DGH û DGKH'ê çalakiya bi bombeya deng pêk anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ragihandin ku 24'ê Nîsanê li Amedê çalakiyeke bi bombeya deng pêk anîne.

Koordînasyonên DGH û DGKH'ê ragihandin, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekîneyên wan ên tolhildanê li Amedê çalakiyeke bi bombeya deng û gelek çalakiyên din kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "24'ê Nîsanê saet 20:30'î li dijî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ku girtiyên jin ên siyasî lê ne, yekîneya wan a tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen çalakiyeke bi bombeya deng pêk anîne. Piştî çalakiyê polîsên Tirk ên dagirker qada çalakiyê dorpêç kirin û lêpirsîna GBT'ê li welatiyan kirin.

25'ê Nîsanê li taxên Fatîh û Korhat ên navçeya Baglarê, li taxa Dîclekent a navçeya Peyasê, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçet li ser dîwaran dirûşm nivîsandin."

DGH û DGKH'ê diyar kir, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyên wan bidomin û ragihandin, "Têkoşîna me di asta encamwergirtinê de ye. Em bang li ciwanan dikin; ji bo serketina têkoşînê bi rêbazeke hîn fedayî û rêxistinî tevbigerin û bi xurtî tevlî pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê bibin."