DFG: Em 10'ê Çileyê li Tirkiyeyê pîroz nakin

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê diyar kir ku ew 10'ê Çileyê li Tirkiyeyê weke 'roja rojnamevanên nikarin bixebitin' dibînin û pîroz nakin.

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamevanên dixebitin daxuyanî da. DFG'ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1961'an heta niha bi guhertina zagonî ya mafê rojnamevanan diparêze hat weşandin re, her sal 10'ê Çile wekî 'Roja Rojnamevanên Dixebitin' tê qebûlkirin. DFG'ê ragihand ku hikûmeta wê demê xwest wekî 'Roja cejnê' nîşan bidin û wiha got: "10'ê Çile, ne wê rojê û ne jî niha naşibe cejnê. Di qada çapemeniyê de sansur zext û tundî her berdewam dike. Di 20'ê Îlona 2016'an de Rewşa Awarte hat îlankirin û bi biryarnameyan 179 saziyên medya hatin girtin, 53 rojname, 37 radyo, 34 televizyon, 29 weşanxane, 20 kovar û 6 ajansên nûçeyan hatin girtin. Bi hezaran rojnamevan bê kar man. Dîsa di vê pêvajoyê de nasnameya zer a 3 hezar û 804 rojnamevanan hat betalkirin. Hemû nûçe û parvekirinên rojnamegeran sûc tê dîtin."

DFG'ê anî ziman ku ji aliyê gelek kesan ve Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin û wiha lê zêde kir: "Gelek kes Tirkiye wekî 'Nexweşxaneya herî mezin' pênase dikin. Zêdeyî 100 rojnamevan li girtîgehê 10'ê Çile pêşwazî dikin. Bi taybeti zextên li ser çapemeniya muxalif zêdetir e. Di sala 2019'an de rojnamevan, bi binçavkirin, girtin, darizandinê ji qadê hatin dûrxistin. Tirkiye 10'ê Çile bi betalî, zext, binçavkirin, sansur û otosansurê pêşwazî dike. Ji ber vê yekê ji roja Rojnamevanên Dixebitin zêdetir mirov dikare bêje Roja Rojnamevanen Naxebitin. Ji ber vê yekê em vê rojê pîroz nakin.

Bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin em rojnamevan Metîn Goktepe yê 24 sal berê di 8'ê Çile de li Alibeykoy a Stenbolê hat binçavkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin bi hurmetdarî bibîr tînin.

Tevî van hemû şertan, em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku ji bo em rastiyê ronî bikin û bigînin civakê, li dijî tundiyê em bi hevre têbikoşin."