DFG: Desthilatdarî dixwaze rojnamegeriyê asteng bike

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir desthilatdarî di şexsê Emrûllah Acar û Hîkmet Tûnç de dixwaze rojnamegeriyê asteng bike.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), derbarê destgîrkirina nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar ê li Rihayê û lêgerîna li mala nûçegîhana Jinnewsê Hîkmet Tûnç a li Wanê de daxuyaniyeke nivîskî da. DFG'ê, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî destgîrkirina Acar û lêgerîna li mala Tûnç da û  têkildarî mijarê ev tişt got: "Zextên li ser rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj bi hincetên vala yên cuda bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û rojnameger tên destgîrkirin. Hewla astengkirina karê rojnamegeran tê dayîn. Bi lêgerîna nava mala rojnameger Hîkmet Tûnç a bi hinceta "Îxbara bombeyê" hedef nîşandina rojnamegeran e."
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de DFG'ê bal kişand ser armanca destgîrkirina Acar û lêgerîna li mala Tûnç û wiha got: "Em bi awayekî zelal bawer in ku kesên bi ser mala hevala me Hîkmet Tûnç de girtin divê baş bizanibin ku li malê muhîmat tune. Dîsa kesên ku hevalê me Emrûllah Acar destgîr kirine jî divê baş bizanibin ji bilî karê rojnamegeriyê xebateke wî ya din tune ye. Armanca vê tenê sûcdar nîşandina rojnamegeran û dûrxistina wan a ji rojnamegeriyê ye.

Em Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, em daxwaz dikin ku serdegirtin, zext, destgîrkirin û girtina rojnamegeran bi dawî bibe. Em van pêkanîna qebûl nakin û diyar dikin ku ji van pêkanînan natirsin jî. Karê rojnamegeriyê karekî bi rûmet ê parastina agahî girtina gel e. Yanî rojnamegerî ne sûc e."