BI DÎMEN

Dezgehê xwe yên nan jê dixwe şewitand û qeyûm şermezar kir

Zabitayên qeyûmê yê Şaredariya Yenîşehîrê nehişt ku firoşger dezgeha xwe ya fêkî deyne, wî jî dezgehê xwe yê ku nan jê dixwar şewitand.

Zabiteyên Qeyûmên ku hatin ser şaredariya Amedê nahêlin ku firoşger karê xwe bikin. Firoşger ku tim rastî astengî, zextan tên û dest li ser dezgehên wan datîni tim bi zabitayan re dikevine rageşiyê. Firoşgerê ku bi salana fêkî difiroşe, ku zabite gelek caran nahêlin dezgeha xwe deyne, dezgeha xwe da ber êgir û bi vî rengî qeyûm şermezar kir.

GEL LI DIJÎ POLÎSAN HELWEST NÎŞAN DA

Firoşger pêşî neft bi portaqanan de kir û şewitand û piştre jî dezgehê xwe şewitand. Zabite bi polîsan re hatin û xwestin ku firoşger binçav bikin. Firoşger got, ‘’Ez tenê li pey nanê xwe çûm. Kê ez anîbim vî halî bila şerm bikin’’ Gel jî bi çepikan destek da firoşger û polîs, zabite şermezar kirin.

Polîsan bi lêxistinê firoşger binçav kirin, gel jî li dijî polîsan helwest nîşan da. Piştî ku gel helwest nîşan da yekî dî jî hate binçavkirin. Dema ku wesayita şaredariyê ji cihê bûyerê çû, gel fêkiyên ku hatin şewitandin bi ser de barandin.