'Dewletê bi qeyûman bersiv da bangên ji bo aştiyê'

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji nû ve hatiye tecrîdkirin û got, dewletê bi talankirina bi qeyûman bersiv da bangên aştiyê.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya û bi bîr xist ku rojek piştî banga Ocalan a ji bo aştiyê, dewletê bi qeyûman bersiva xwe eşkere kiriye. Surucu got, "Bi desteserkirina şaredariyên HDP'î bersiva ji bo çareseriyê dan. Bi tecrîdê bersiva aştiyê dan. Ji hingî ve ne malbat ne jî parêzerên Ocalan nikarin wî bibînin. Ev yek şer girantir dike. Di navbera salên 2013 û 2015'an de li vê xakê aştî û aramî hebûn.

Di wê demê de mûxatabê hevdîtinan Birêz Ocalan bû. Piştî ku hevdîtinên ji bo çareseriya demokratîk ên bi Ocalan re hatin birîn û tecrîd hate ferzkirin hingî li Tirkiyeyê pêvajoyeke kaosê dest pê kir. Di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de rewş xitimî. Ew xitimandin niha jî didome. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû hêviyek. Divê analîzên vê baş hatibin kirin. Lewma demeke dirêj e polîtîkaya tecrîdê ya giran li dijî Ocalan tê meşandin."

Surucu diyar kir ku divê Ocalan karibe bi rêk û pêk malbat û parêzerên xwe bibîne û got, "Di hevdîtina beriya niha de Birêz Ocalan daxuyaniyên girîng bi raya giştî re parve kiribû. Gotibû ku ew ji aştiyê re amade ye. Diyar kiribû ku ew dikare di nava hefteyekê de aştiyê pêk bîne. Lê belê rojek piştî vê daxuyaniya Ocalan çi bû? Dewletê bi qeyûman bersiv da aştiyê. Bi desteserkirina şaredariyên HDP'î bersiva ji bo çareseriyê dan. Bi tecrîdê bersiva aştiyê dan. Ji hingî ve ne malbat ne jî parêzerên Ocalan nikarin wî bibînin. Ev yek şer girantir dike.

Ji aliyekî ve desteserkirina îradeya gel bi rêya qeyûman, li aliyê din liv û tevgera leşkerî ya li parçeyên din ên Kurdistanê. Ev hemû nîşan dide ku hikumeta heyî aştiyê naxwaze û di şer de israr dike. Xuya ye ew hebûna xwe tenê bi şer didomînin. Dûrî aştiyê ne. Lê belê divê her kes bibîne ku şer wê çareserî nebe, ti carî jî wê nebe çareserî. Şer tenê wê êş û tevlîheviyê girantir bike. Em careke din bang dikin ku ji bo aştiyeke mayinde bi Birêz Ocalan re divê ji nû ve hevdîtin dest pê bikin û bi rêk û pêk bidomin."