Dewleta Tirk zilma Kerbelayê li Sûrê dike: Av li ser birî

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê talan û hilweşandina didome. Zabitayên ku ketin taxê xortimên ku malbatan ji bo avê kişandibûn qut kirin, gef xwarin û gotin, "Kî avê bide wan wê malika wan were xirakirin."

Li gorî rojnameya Şûjin, li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku hilweşandin didome ev 20 roj in ava û elektrîk ji ser wan qut kirin. Ji ber vê yekê jî şêniyên taxan şerpeze bûne. Li gel vê jî şêniyên taxên nahêlin ku taxên wan werin xirakirin.

Şaredarî xizmeta paqijî û tendiristiyê nade du taxan û duh zabita şandine taxan. Diyar bû ku zabitayên ku hatine taxan dengê xwe li dibistan, mizgeft û qehweyan kirine da ku avê nedin gel. Ekîbên zabitayan xortumên avê yên ku gel bi derfetên xwe kişandibûn qut kirin û gotin, "av ji bo wan nîn e. Kî avê bide wan wê malik li wan were xirakirin. Heke em careke dî bibînin ku hûn vê bikin em ê vê bi ser we de jî bînin."

Li taxan ev 20 roj in av û elektrîk nîn e. Jin bi galonan avê peyda dikn û zarokên biçûk jî heftiyê carekê dikarin serê xwe bişon. Gel malê xwe naterikîne, gel li dijî zabitayan helwestê nîşan dide, piştî ku jin û zarok ji dûrî taxa xwe dûr ji mizgefta Melîkahmet avê tînin.

'LI SÛRÊ ZILMA KERBELAYÊ BI ME DIKIN'

Jinekê li dijî van kirinan helwest nîşan da û got: "Di meha Remezanê de zilma Kerbelayê bi me dikin. Ji ber ku me got em malên xwe bernadin her tiştî bi me dikin. Lê dîsa jî em dernakevin. Ti kesek dengê me nabihîse. Bila tangêreke avê bînin taxê, li cem me bisekinin."