'Dewleta Tirk wê nikaribe pêşî li gerîla bigire'

Gerîla Serhildan Viyan Çiya diyar kir, dewleta Tirk a ku êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê didomîne, wê nikaribe li pêşiya gerîla bibe asteng û got, "Berxwedêrên li Heftanînê bi moraleke mezin têdikoşin."

Li dijî êrişê dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bênavber dewam dike. Gerîla Serhildan Viyan Çiya li ser berxwedana li Heftanînê axivî.

Viyan Çiya bi bîranîna şehîdên Heftanînê dest bi axaftina xwe kir û got, "Her hevalên ku şehîd bûn, bi lehengî tevlî berxwedana Heftanînê bûn. Têkoşîna wan, dijmin gelekî tengav kir. Em ê jî xwedî li mîrateya hevalên xwe yên şehîd bûne derkevin û li ser şopa wan bimeşin.

Teknîka dijmin çiqasî bi pêş bikeve jî nikare berxwedana li Heftanînê têk bibe. Welat welatê me ye, çiya çiyayên me ne, li vir cihê dewleta Tirk nîne. Ev hêzên faşîst nikarin li Heftanînê bimînin. Em liv û tevgera dijmin dişopînin, dibînin ku tirseke çawa ketiye dilê wan. Ji aliyê teknîkê ve çiqasî bi pêş ve biçin jî nikarin pêşî li gerîla bigirin. Li Heftanînê jiyan jî dewam dike, berxwedan jî. Berxwedêr hemû bi moraleke mezin têdikoşin."

'CIWANÊN KURD DI VÊ DEMÊ DE DIVÊ BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Viyan Çiya bi bîr xist ku gelê Kurd jî berxwedana gerîla dibîne û di dawiya axaftina xwe de got, "Gel û gerîla mîna goşt û neynûkê ye. Serhildana gel ji bo gerîla dibe moraleke mezin. Li Kurdistaniyê bîlançoyeke giran heye, lê belê çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Em, hêzên YJA Starê ji 2 baskan ve şer dikin. Hem li dijî zîhniyeta serdestiya mêr hem jî li dijî dijminê dagirker em şer dikin. Weke artêşa jinê em xeta azadiya jinê diparêzin.

Barekî giran li ser milê gerîla ye, lê belê barê li ser milê gelê me girantir e. Pêwîstiya wan bi rêxistiniyeke hîn bi xurtî heye. Divê ciwanên Kurd zanibin ku di vê pêvajoyê de divê bi rola xwe rabin. Jiyana gerîla ya herî bedew û bi rûmet e. Lewma divê her ciwanekî Kurd bi rol û berpirsyariya xwe rabin û ji pêvajoyê re bibin bersiv. Em ê salvegera îsal a partiya xwe bikin wesîleya serketinê. Li ser vê bingehê em ê pêngava tevgera xwe bi pêş ve bibin. Em ê hîn bêhtir çalakiyan bikin û derbên giran li dijmin bixin. Dem dema azadkirina Rêber Apo ye. Em salvegera damezrandina partiya xwe PKK'ê li Rêberê xwe û tevahiya gelê xwe pîroz dikin."