Dewleta Tirk û PDK ji bo baregeha dagirkeriyê daran dibirin

Hate ragihandin, ku dewleta Tirk û hêzên PDK'ê li derdora gundê Hirurê yê li herêma Berwariyê dar birîne. Darên têne birîn jî bi TIR'an dibin Şirnexê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk li nêzî gundê Hirurê baregeheke nû ya leşkerî ava dike.

Rêya ber bi baregeha leşkerî, ku bi kîlometreyekê dûrî gund e, ji qadeke daristanî derbas dibe.

Ev baregeh di heman demê de li cihekî nêzû muxafizên sînor ên PDK'ê ye.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li herêma baregeh tê avakirin, bi hevkariya PDK'ê dar têne birîn.

Li gorî nûçeyê, çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku baregha dagirkeriyê bi alîkariya Fermandarê Tûgaya Yekemîn a Yekîneyên Muxafizên Sînor Dilêr Ferzende Zebarî yê PDK'î tê çêkirin.

Heman çavkanî diyar kir ku bi alîkariya Dilêr Ferzende Zebarî heta niha bi hezaran dar ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birîn û birine Şirnexê.

Ji dîmenê ku Rojnewsê weşandî jî tê dîtin ku rêya diçe baregeha leşkerî ji kêleka gundê Hirurê derbas dibe.