Dewleta Tirk Sîdekan bombeberan kir, jiyana sivîlan di metirsiyê de ye

Balafirên şer ên dewleta Tirk jîngehên sivîlan yên li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê kir hedef, gelek bax û baxçeyên sivîlan zirar dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên Tirk bombe li Xakûrkê, Geliyê Reş, Xinêre yên herêma Biradost û gundên nêzî Sîdekanê barand.

Di bombeberanê de jîngehên sivîlan jî bûne hedef. Li aliyê din gelek bax û baxçeyên sivîlan jî zirar dîtin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a RojNewsê, berpirsê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî wiha got; “Dewleta Tirk di nava çend rojan de bê navber gundên Sîdekan û herêma Biradostê bombe dikin. Di encama bombebaranê de gelek jîngehên sivîlan zirar dîtiye.”

Çelebî wiha domand; “Rewşa gundiyên li herêma Biradost dijîn ne baş e. Gundiyên ku neçar mane ji ber bombebarana dewleta Tirk gund terk bikin, ji ber dewama bombebaranê venagerin gundê xwe.”

Çelebî diyar kir ku divê berî demekê dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi ser Sîdekanê rawestîne, jiyana gundiyên li gund di nava metirsiyê de ye.