‘Dewleta Tirk nekarî rihê berxwedanê yê gerîla bişkîne’

Gerîlayên YJA Starê ji radyoya Dengê Welat re axivîn, diyar kirin dwleta Tirk ya ku çeka kimeyewî jî avêtî, nekarî rihê berxwedanê yên li qadên gerîla bişkîne.

Gerîlayên YJA Starê Havva Koçer û Viyan Botan ji dengê Welat re axivîn. Nirxandina gerîlayên YJA Starê Havva Koçer û Viyan Botan wiha ye: 

Havva Koçer: Şerê 23’yê Nîsanê a rast ne wê rojê dest pê kir. Dema ku pêvajoya agirbestê qediya li dijî tevgera me êrîşan est pê kir. Faşîzma AKP-MHP’ê bi tevgera dagiker a li ser Zap, Avaşîn, Metînayê 23’yê Nîsanê êrîş zêdetir kirin. Êrîşa pêşî anîne ser Heftanînê. Xwestin ku Garê dagir bikin lê vîna ku hevalan nîşan dayî, fedekariya ku nîaşn dan û berxwedanê dijmin têk birin. Dijminê ku 23’yê Nîsanê êrîş li diji Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin tengijîn. Armanca serek ya rejîma AKP-MHP’ê ew bû ku Qadên Parastinê yên Medyayê bi temamî di nav çend mehan de dagir bikin. Li van qadan bi pêşengiya hêzên YJA Starê berxwedaniyeke mezin heye. Her kes vê dibine. Vîna hevalan, fedekariya wan morale mirov geş dike. Ev jî bi hêza Rêbertî ye.

Viyan Botan: Ji Nîsanê û wir ve şerekî giştî heye. Dewleta Tirk dixwaz gelê Kurd, Tevgera Azadiyê tine bike. Her cure çekên qedexe, çekên kimyewî jî bi kar tîne. Guh nade hiqûqa şer. Li dijî vê berxwedana gerîla jî didome. Gerîla li gel êrîşên dewleta Tirk jî çalakiyên karîger dike. Dema ku mirov li pêvajoyê dinere em dibînn ku gerîla zêdetir nêzî serfiraziyê bûye.
Havva Koçer: Di vî şerî de ya ku zêde tesîr li cîhanê kirî vîna jinan bû. Ji ber ku ev şer bi pêşengiya jinan bû. Gelek lehengî çêbûn. Di gelek çalakiyan de ku encamên xwe karîger bûn hêzên YJA Starê pêşengî kirin. Di vî şerî de gerîlayên YJA Starê nîşan dan ku li her qadê dikarin bi ser bikevin. Ên ku tevlî vî şerî bûn teslîmbûnê qebûl nakin, ji bo ku vîna xwe biparêzin têdikoşin. Dewleta Tirk dema ku nekarî berxwedana gerîla bişkîne çeka kimyewî avêt. Ji ber vê jî şerê li dijî dijmin vînek xurt, îdeolojî û dilsoziyê hewce dike. Bi hêza hevalên ku di vî şerî de şehîd bûn em ê têbikoşin.

Viyan Botan: Di berxwedana Metîna, Zap û Avaşînê de rola YJA Starê pir girîng e. Gerîlayên YJA Starê di şerê dijî dijimn de gelek çalakiyên karîger kirin. Di çalakiyan de mirov dikare tirsa dijmin ji çavê wan bixwîne.

Havva Koçer: Qanûnên şer hene lê di vî şerî de mirov dibine dewleta Tirk ne xwedi hêz e, ne xwedî vîn û ji ber vê jî rêbazên gemarî bi kar tîne. Guh nade ti qanûnên şer. Mînak çekên ku hatine qedexekirin bi kar tîne. Li ber çavê cîhanê çekên kimyewî davêje. Dewleta Tirk da dagirker berê jî çeka kimyewî davêt dîsa ku ditengije çekên kimtewî davêje. Li gel vê jî heta niha ti encam nestandiye.

Viyan Botan: Gerîlayên YJA Starê di êrîşên beriya 23’yê Nîsanê de jî li tevlî şerê Heftanînê bû û bir ola xwe rabû. Niha li Qadên Parastinê yên Medyayê jî bi rola xwe radibe. Ev jî ji bo gerîlayên YJA Starê serkeftineke mezin e. Bi giştî gerîlayan berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Dijmin nikare bikeve tûnelên şer. Dewleta Tirk dixwaze bi çekên kimyewî di vî şerî de bi ser bikeve. Helbet li dijî vê taktik û rêbazên gerîla hene. Gerîla ne bêyî alternatif e.
Havva Koçer: Bi pêşengiya YJA Star û HPG’ê berxwedaniya ku derketî holê tesîr li ser Kurdistanê û li derveyî welat jî kir. Li gel her cure zext û zordariyê jî têkoşîna jin û ciwanan, ya hemû derdorên civakî terisîna vê ye. Li Ewropayê û Kurditanê gelê me tim li ser piyan e. Bênavber çalakiyan dikin. Ev tesîra gerîla ye .Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li hemû qadan berbelav dibe. Rihekî nû şîn dibe.
Viyan Botan: Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê şerek tê kirin. Şervanen jin li her deverê tesîr kirin. Gelê Kurd û dostên wan detek didin vê berxwedanê û alîkariyê dikin. Ev her wiha li qada navnetewî dibe hêz. Em gerîlayên YJA Starê di vî şerî de em ê bi ser bikevin û serfiraz bibin.’’