BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Xerabê Bava xaniyan dişewitîne

Hêzên dewleta Tirk li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê xaniyan dişewitînin. Dîmenên şewitandina xaniyan li medya civakî hatin weşandin.

Hêzên dewleta Tirk, ku ji 1'ê Sibatê û vir ve dor li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê girtine, li vî gundî 3 kes înfaz kirin û gelek kes jî birîndar kirin. Hêzên dewleta Tirk heta niha gelek xaniyên li gund jî şewitandine. Gelek mal jî xera kirin. Ev hovîtiya dewleta Tirk a li gund hê jî dewam dike. Dîmenên vê hovîtiyê li medya civakî hatin weşandin.

Di dîmenên hatine weşandin de, dema ku xanî tên şewitandin bi ti awayî dengê şer nayê bihîstin.