Dewleta Tirk li Erdexanê hatiye xezebê

Li Erdexanê HDP'iyek nîne ku nehatiye girtin û neçûye qereqolê û îfade nedaye.

Li Erdexanê, tevî ku HDP'ê 13 hezar deng stend jî, di nava sê salên dawî de 2 hezar kes hatin destgîrkirin û 300 jê hatin girtin.

Bûyerên ku li vî bajarê biçûk diqewimin, asta operasyonên qirkirina siyasî jî radixin pêş çavan. Erdexan li bakurê herêma Serhedê ye. HDP'ê li vî bajarê biçûk, di hilbijartinên dawî de rêjeya dengê xwe gelekî zêde kir. Li Erdexanê ku nifûsa xwe 97 hezar e, hejmara dengdêrên xwe 60 hezar e. Piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê û 1'ê Mijdarê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de HDP'ê 13 hezar deng stend. Li Erdexanê her ku dengê HDP'ê zêde dibe, zext û zordariya lê tê kirin jî zêde dibe.

Tenê sala 2018'an 150 kes hatin girtin. Di sê salên dawî de 2 hezar kes ji ber sedemên siyasî ketin ber dozê. Niha nêzî 300 dosyayên "endametî û propaganda rêxistinê" li ber destê dadgehan e û li benda biryardanê ne.

POLÎTÎKAYEKE TAYBET LI ERDEXANÊ TÊ MEŞANDIN

Parêzerên Baroya Qersê diyar kirin ku li Erdexanê li dijî Kurdan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Parêzeran bi bîr xistin ku Erdexan hem bajarekî li ser sînor e, hem jî ji aliyê pêkhateyên xwe ve kozmopolîtîk e, lewma polîtîkayeke taybet lê tê meşandin. Parêzeran gotin, "Erdexan bajarê gelan e. Ji ber ku gelên li bajêr bi awayekî hevgirtî tevdigerin, hikumeta AKP'ê gelekî aciz e. Lewma hiqûq ji holê rakirin. Li Erdexanê hema bêjin her kesên ku deng dane HDP'ê sûcdar hatine îlankirin. Piştî ku mirovên deng dane HDP'ê tên tespîtkirin, bi rengekî belasebep tên destgîrkirin. Dadgeh bi fermanê dixebitin. Di vê mijarê de me hemû îtirazên xwe yên hiqûqî kirin, lê em dikin nakin nikarin ji astengiyan derbas bibin."

PIŞTÎ 24'Ê HEZÎRANÊ JÎ

Parlamenterê berê yê HDP'î Selamî Ozyaşar ku li Erdexanê wextekê karê hilbijartinê kir, anî ziman ku li Erdexanê her kesên siyasetê dikin hatine girtin; doz li hemû rêveberên HDP û DBP'ê hatiye vekirin. Ozyaşar got, "Piştî encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê jî zextê dewam kir. Gel nekarîbû karê hilbijartinê jî bike. Her kesên ji bo hilbijartinê xebitîn hatin destgîrkirin. Di bin navê 'operasyonên medya civakî' de welatî timî tên destgîrkirin. Xebatkareke/î HDP'î nîne ku neçûye qerqolê û îfade nedaye."