Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 3 Kurd qetil kir

Dewleta Tirk di êrîşa hewayî ya ku 7’ê Kanûnê ku li gundê Zêweyê de, sivîlên bi navê Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ên ji bajarokê Dêrelok a Amêdiyê ji bo zeviyên xwe çûbûn, qetil kir.

Sivîlên bi navê Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ên ji eşîra Nêrwehî ku li bajarokê Dêreloka Amêdiya Başûrê Kurdistanê dijiyan, li nêzî gundê Zêwe di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

Ji roja ku êrîş bûyî heta niha agahî ji Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq nayê girtin, cenazeyê wan li herêma ku bombardoman lê bûyî hate dîtin.

Gelê ku ji bo aqûbeta her sê kesan bizanin xwestin biçin cihê bûyerê, ji ber tevgera balafirên şer a li herêmê heta roja me ya îro nekarîbûn biçin.

Vê sibehê jî balafirên şer ên Tirk êrîşî gelê ku hewl dayîn biçin cihê bûyerê kirin û xwestin çûyîna wan asteng bike. Lê belê gel bi biryardariyek mezin venegeriyan û çûn cihê êrîş lê pêk hatî.

Gel li herêma êrîş lê pêk hatî, cenazeyên Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq dîtin.

Kesên ku cenaze dîtî diyar kirin ku her sê Kurdan di encama êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dane.

MEDYAYA PDK’Ê, SIVÎL WEKE PKK DABÛN PÊŞ

Heman demê dema ku ji her sê kesan agahî nehate girtin, dîsa medyayên nêzîkî PDK’ê diyar kiribû ku Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ji aliyê PKK’ê ve hatine destgîrkirin.

Berî niha jî medyaya alîgirê PDK’ê, sivîlên ku di êrîşa hewayî de li Şêladizê hatibûn qetilkirin, weke ji aliyê PKK’ê ve hatî kirin, parve kirin.