Dewleta Tirk li Bamernê sivîlek qetil kir

Di êrîşa dewleta Tirk de ya li Bamernê sivîlê bi navê Alî Cemîl Kelaş hate qetilkirin, kesek jî birîndar bû.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li nehiya Bamernê ya Duhokê barandin. Di encama bombardûmanê de Alî Cemîl Kelaş ê ji nehiya Batûfa ya Duhokê hate qetilkirin, kesek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcên şer dike, zerareke mezin dide sivîlan û cih û warê sivîlan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya 2'ê Kanûnê de ragihandibû ku gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla ji 30'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin û di vê bombardûmanê de zerar li bax, baxçe û cih û warê sivîlan bûye.