Dewleta Tirk li Amediyê baregeke nû ya dagirkeriyê ava kir

Dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Gamnêrikê yê li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê baregeheke nû ava kir.

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, hêzên dewleta Tirk a dagirker 28'ê Sibatê roja Çarşemê bi şev berê xwe dan Çiyayê Gamnêrikê yê li navçeya Amediyê ya Dihokê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker li girê Baroxî yê li navçeya Kanî masî ya ser bi bajarokê Amêdiyê bi cih bûne.

Her wiha heman çavkaniyê destnîşan kir ku artêşa Tirk baregehek nû ya leşkerî li herêmê çêdike.

Wek di dîmenên de jî diyar dibe, hêzên artêşa Tirk a dagirker bi rêya sereke ya gundê Rafîne li gel hejmarek zêde ya tank, wesayîtên leşkerî çûne Qelaya çiyayê Gamnêrik.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregehên leşkerî li nav xaka Başûrê Kurdistanê çêkiriye û nêzîkî 40 km hatiye nav xaka Herêmê. Artêşa Tirk a dagirker bi berdewam sînorê Germiyan, Çemçemal, Ranya û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û welatiyên şehîd dixe. Lê tevî van jî ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê beramberî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ti helwest û bertekek nîşan nadin. Berevajiyê wê, desthilatên Herêma Kurdistanê li gel dewleta faşîst a Tirk û Erdogan, hevdîtin û hevkariyê dikin.