Dewleta Tirk li Amedê fihûş û madeyên hişbir kontrol dike

Li wan bajaran ku berxwedana xwerêveberiyê hate kirin fihûş, madeyên hişbir, lîstikên bahîsê, sîxûrkirinê rasterast ji hêla dewletê ve tê rêvebirin.

Li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û jirêderxistinê yên dewleta Tirk kêm nabin. Nexasim li bajar û navçeyên ku berxwedaniya xwerêveberiyê lê hate kirin ev polîtîka zêdetir  têne kirin. Li serê van navendan jî Sûr û Baxlar a Amedê tên. Li van navçeyan fihûş û madeyên hişbirê pir zêde ne, bi ser de fihûş û firotina madeyên hişbir ji hêla emniyetê ve têne rêvebirin.  Polîs û nobedar li gel ku bi şev û roj dewriye dikin jî çilo dibe jî hijmara van firoşkaran zêde dibe.

Esnafekî ku bi salan li taxa Alîpaşa ya Sûrê dixebite got beriya bi demeke kurt bi hin kesan re ku madeyên tiryakê difiroşin nîqaş kiriye, mijar biriye midûrtiya emeniyetê lê bêyî ku tiştek were girtin ser mijarê girtine. Esnaf got piştî vê bûyerê ew qilqiliye, ji aliyekî ve dilê wî li ser ciwanan diêşe û ji aliyê dî ve jî ji wan ditrise.

Li taxê kesên ku madeyên hişbirê difiroşin û malên fihûşê aktîftir dibin. Bi roj jî weke ku kesek li wan deran naxebite xuya dike.

Şêniyekî dî yê taxê ku navê xwe nedayî diyar kir ew 35 sal in li vê taxê dijî, lê taxa wan êdî ne weke berê ye, navê du kesan dide ku karê madeyê hişbir û fihûşê dikin û dibêje, kesê bi navê R.E eroîn û madeyên hişbir ên sentetîkê dixe piyaseyê, piranî li Sûrê vê dike û ciwanan dixe nav çiravê. Kesê navborî ku R.E têkiliyên xwe jî bi polîsan re heye.

Kesê ku navê xwe nedayî her wiha got kesekî bi navê Ş.Y jinên wan ji rê dixe, fîhûşê bi wan dide kirin û têkiliya vî kesî bi xwedê Maşirî Gazînoyê M.A re heye, jinên ciwan li wir dide xebitandin. Kesê ku navê xwe nexwest bide got dema ku jin dixwazin ji Y xilas bibin gefê li wan dixwe, şantajê li wan dike û got, ''Kurê Y, U.Y jî li ser rêya bavê xwe dieç. Dema ku bavê wî ne hazir e ew zilmê li jinan dike. Bi van kesan li taxê fihûş tê zêdekirin.''