Dewleta Tirk lêkirina dîwarê li ser sînor didomîne

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, di heman demê de li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê dîwêr lê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, di heman demê de li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê dîwêr lê dike.
 
Beriya niha bi 2 hefteyan, malbatek ji bo xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê ziyaret bike hewl da ji cihekî navbera Amûdê û Tirbêsiyê derbasî bakur bibe, lê belê leşkerên Tirk gule li malbatê reşandin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk niha jî li heman cihî dest bi lêkirina dîwar kir.

Bi qasî armancên xwe yên siyasî, dewleta Tirk bi rêya vî dîwarî dixwaze êrîşên xwe yên li dijî bendên YPG/YPJ'ê û komkujiya li sivîlan dike, veşêre.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG IN!

Di serî de Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî li pêşberî van komkujiyên dewleta Tirk li ser sînor dike, bêdeng in. Welatiyên li vê herêmê, nerazîbûn nîşanî vê bêdengiya saziyên navneteweyî dan û diyar kirin, yên li hemberî van êrîşan bêdeng in, hevparê vî sûcî ne.