Dewleta Tirk ketin û derketina ji pênc herêmên li Basayê qedexe kir

Dewleta Tirk a dagirker, bejahiya gundê Bana jî di nav de li navçeya Basayê ketin û derketina ji pênc herêman qedexe kir.

Li navçeya Basa ya Şirnexê Walîtiya Şirnexê ketin û derketina ji pênc herêman bi 15 rojan qedexe kir. Di nav herêmên hatine qedexekirin de gundê Bana jî heye. Mehek e ku leşkeran dor li Banayê girtiye.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsiye: ‘’Bejahiya gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê, Çemê Banayê, Bakurê Çemê Dîcleyê, cihên bej ên rojhilatê Rêya Banayê, ji 15’ê Îlona 2023’yan ta 29’ê Îlona sala 2023’yan ketin û derketin li sivîlan hatiye qedexekirin.