Dewleta Tirk êrîşî Efrîn û Şehbayê dike!

Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji ber ku li Babê derbên giran ji DAIŞ'ê dixwin, ji bo rojevê biguherînin bombeyan li gundên Efrîn û Şehbayê dibarînin. Pênc çeteyên duh hewl dan ji Marea bikeve nava Şêx Îsa hatin kuştin.

Dewleta Tirk bi gelek komên xwe yên çete, bi taybetî bi çeteyên Sûltan Mûrad, Ehrar Şam, Feylak El Şam, Ehrar Şarkiye, Firkat El Hemze ev du meh in êrîşî Babê dike, ku bistîne. Tevî balafirên xwe yên şer, obus, fuzeyên grad, desteka balafirên şer ên Rûsya, rejîma Baas û herî dawî jî DYA û hêzên koalîsyonê, dike nake nikare ji Babê tiştekî bi dest bixe.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji ber vê rewşa xwe ya têkçûyî êrîşî gundên Efrîn û Şehbayê dikin. Ev hefteyeke artêşa Tirk û çeteyên wê bê navber êrîşî gundên Efrîn û Şehbayê dikin. Artêşa Şoreşgeran, hêzên QSD û hêzên YPG'ê jî bersiva wan didin.

5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk û çeteyên wê ev 10 roj in bi hawan, obus û doçka êrîşî gundên Şehba û Efrînê dikin. Ev êrîş jî ji biryargehên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Til Cibrîn, Exterîn, Erşabe, Ezaz û Marea tê kirin. Duh êvarê saet di 17:00 de dîsa dest bi êrîşê kirin. Êrîşê heta danê sibehê dewam kir. Tevî van êrîşan komeke  ji çeteyan hewl da ji Marea bikeva nava gundê Şêx Îsa. Di navbear van çeteyan û artêşa Şoreşgeran/şervanên QSD'ê de şer derket û di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê herî zêde ji biryargeha Til Cibrîn û nexweşxaneya li Ezazê ji xwe re kirine biryargeh, êrîş dikin.

GUNDÊN ÊRÎŞ LI WAN HAT KIRIN

Gundên ku artêşa Tirk di nava deh rojan de êrîşî wan kirin ev in: Fila El Qadi, Meraanaz, balafirgeha leşkerî ya Minix û gundê wê, Ayn Dekne, Beluniye, Til Rifat, Şêx Îsa, Hîsacik, Til Cîcan, Tehane."