Dewleta Tirk bombe kir: Kesek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn
Di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Amediyê kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Amediyê kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Beriya demek kurt dewleta Tirk a dagirker gundê Hirûr ê li navçeya Berwarî Bala yê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir.
Li gorî ajansa Rojnewsê, sê niştecihên ji gundê Qumrî ku çûbûn çiyayê pişt gundê Hirûr bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker.
Hate zanîn di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de, welatiyê bi navê Sebah Ebdulstar (45) şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûn.
Derbarê nasnameya birîndaran de agahiyek zelal nehate bidestxistin.
Hêjayî gotinêye ku îsal di êriş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê de, bi vê êrişa dawî ve 30 welatî şehîd bûn û 20 welatî jî birîndarbûne. Bê navbera dewleta Tirk a dagirker navçe û welatiyên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike, lê ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bertek û helwestek nîşan nade.