Dewleta Tirk a dagirker Rojnamevan Egîd Roj qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî Rojnemvan Egîd Roj ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopand, qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî Rojnemvan Egîd Roj ku geşedanên li Bendava Tişrînê dişopand, qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker di qetlîamên rojnamevanan de sînoran nas nake. Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) a li dijî Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojnemvan Egîd Roj qetil kir.
Egîd Roj ê ji Efrînê geşedan û êrîşên li ser Bendava Tişrînê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 roj in nobeta berxwedanê lê digrin, dişopand.
Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Kanûna 2024’an de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku geşedan û êrîşên li Bendava Tişrînê dişopandin, qetil kiribû.