Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi dijwarî Herêma Biradostê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin duh derengiya şevê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.

Li gorî agahiyan balafirên şer zozanên Riwara, Sinîn, Geruî Singa û Çiyasorkê gelek caran bombebaran kirine.

Herwiha balafiran herêma gundê Bêrkem, Çiyayê Bolê û Bêcwanan ên nêzî bajarokê Sîdekan a ser bi Hewlêrê jî bombebaran kirine.

Êrîş li nêzî cihên niştecihbûnê pêk hatin û hate zanîn heya derengiya şevê jî balafir li ser herêmê difiriyan. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.