Dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bombebaran kir
Hate hînbûn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sêgirê, girê Guherz, herêma Sefîh û çiyayê Mîtanayê yên girêdayî Amêdiyê bombebaran kir.
Hate hînbûn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sêgirê, girê Guherz, herêma Sefîh û çiyayê Mîtanayê yên girêdayî Amêdiyê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saetên êvarî de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sêgirê, girê Guherz, herêma Sefih û çiyayê Mîtanayê yê nêzî bajaroka Amêdiyê bombebaran kir.
Têkildarî ziyanên bombebaranê agahiyên zelal bi dest neketin. Li gor nûçeya Rojnewsê, di encama bombebaranê de ziyan gihiştine baxçeyên gelek welatiyan.