Dewleta Îranê şîna ji bo şehîd Aryen Arê asteng kir

Hat xwestin ku ji bo yek ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arê li gundê Aşnakê şîn were danîn. Hêzên dewleta Îranê gund dorpêç kirin û serdanên ji bo şînê asteng kirin.

3’ê Kanûnê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Pêncewînê de yek ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) Aryen Arê (Zeyneb Êwerî) û Êrîş Berxwed şehîd bûn. Hat xwestin ku li gundê Aşnak ê girêdayî navçeya Selmasê ji bo şehîd Aryen Arê şîn were danîn, lê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate astengkirin.

Hat xwestin ku li mizgefta gund ji bo Aryen Arê şîn were danîn. Hêzên dewleta Îranê ji bo astengkirina serdanên şînê, gund dorpêç kir û qemere li derdora gund bi cih kirin.