Dewleta Îranê li Bane kolberek qetil kir
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a Baneyê di êrîşekê de kolber Ehwen Deştî qetil kirin.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a Baneyê di êrîşekê de kolber Ehwen Deştî qetil kirin.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejalê ya bajarê Bane êrîş birin ser kolberan. Di encama êrîşê de kolber Ehwen Deştî yê 28 salî yê ji gundê Mîredê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku cenazeyê Ehwen Deştî hîn jî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Dewleta Îranê tenê ji destpêka sala 2023'an ve li Bane 17 kolber qetil kiriye.