BI DÎMEN

‘Dewlet ji cenazeyên zarokên me ditirse’

Qeyûmê AKP’ê û Dozgeriya Komarê ya Êlihê, bi nivîsa ku ji Midûriyeta Goristanan re şand fermana xirakirina goran a îdia dike "propagandaya rêxistinê dikin" da.

Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy, nivîsekji Midûriyeta Goristanan re şand û di nivîsê de hat îdiakirin ku di kontrolên hatine kirin de gorên "wekî sûc" hatine dizaynkirin hatine tespîtirin û bi nivîsa 20.12.2016 dîrok û hejmar 2645 ve fermana xirakirina goran da.  Li aliyê din Dozgeriya Komarê ya Êlihê jî ji bo gorên li Goristana Îkîztepe ya aydî şervanên YPS, YPG, YPG, YPJ û gerîlayên HPG’ê bên xirakirin ji malbatan re nivîs şandibû. Di teblîgata hat kirin de 23 gorên ku di nav de gorên Meryem Bulut û Aycan Kaya yên ku di êrîşa DAIŞ'ê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê çêbû de jiyana xwe ji dest dane jî hene bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dikin tê xwestin bên xirakirin. Malbatên şervanên YPS, YPG, YPG, YPJ û gerîlayên HPG’ê bertek nîşanî biryara qeyûmê AKP’î û Dozgeriya Komarê ya Êlihê dan û gotin, dewlet jî cenazeyên zarokên me ditirse.

‘EM Ê LI DIJÎ ZILMA AKP’Ê BITÊKOŞIN’

 

 

Bavê şervanê YPS’ê Alîcan Erkmen (Şervan Koçer) yê di sala 2014’an de li navçeya Başkale a Wanê jiyana xwe ji dest da, Mehmet Şah Erkmen (51) diyar kir ku wan biryara xirakirinê gorên zarokên xwe ji peywîrdarê di nava Goristanê de bihistiye û wiha axivî: “Di roja înê ya borî em çûn li ser gora kurê xwe û me li wir biryara qeyûm û dozger ji pewîrdarê goristanê bihist. Pewîrdarê goristanê ji me re got, polîs hatine vir û li ser gorên şehîdan geriyane. Piştî wê qeyûmê AKP û Dozger bi hinceta wêneyên gerîla li ser kêlane, di destê wan de çek heye û al li ser heye biryara xirakirinê da. Dozger bi nivîsa jig elek malatan re şand got, heger hûn gorên zarokên xwe xira nekin em ê werin û gorên wan xira bikin. Em weke malbat li ser vê biryarê gelek xemgîn û bi dilsûjin, bi vê hewldanê weke roja ewil kurê min şehîd ketiye ez xemgîn bûm. Dewletek ewqas xwe mezin dibîne, herdem dibêje ez demokratim û her kêlî dibêje em birayên hevîn bi nirxê me bilîze netiştek rast û exlaqiye. Ji xwe zarokên me divî şerê qirêj de hatine şehîdkirin û li ser şehadetê re jî îşkenceyê bi cenazeyên me dikin. Dema ku kurê min şehîd ket, ji aliyê hêzên dewletê ve milê wî hatibû şikandin û ew bi erdê ve hatibû kaşkirin. Li ser evqas kiryarên ji dervehî mirovahiyê jî niha dixwazin gorên zarokên me xirab bikin. Em ê bi ti awayî li dijî van kiryarên ji derveyî mirovahiyê serî netewînin û herdem li dijî vê zilmê em ê bitêkşin.”

‘EM SERÎ NATEWÎNIN’

 

 

Dayika gêrîlayê HPG’ê yê bi navê Zekî Şahîn (Cudî Koçer), Hemşa Şahîn (75) jî da zanîn ku AKP temenê xwe bi zilma li ser Kurdan dirêj dike û ev ev tişt got: “AKP zilmê li me dike, zarokên me dibin axê de çi bi wan kiriye?. Li ser kêla gora kurê min tenê wênê wî heye ma dê ev wêne bi zindî bibe û li dijî Erdogan şerbike? Xwedê vê zilmê nehêle û xwedê heqê me ji wan bistîne.” Birayê Zekî Şahîn, Emîn Şehîn (55) jî bertek nîşanî biryarê da û got: “Em ê li dijî zilma AKP’ê serî netewînin. Heta xwîn di laşê me de heye em ê li pey şopa şehîdên xwe bin.”

‘LI MIRIYAN ZILIM KIRIN GUNEH E’

 

 

Dayika gerîlayê HPG’ê yê bi navê Rizgar Koç, Xoxê Koç (50) jî anî ziman ku dewlet bi hincetên pûç û vale dixwaze gorên zarokên em xira bikin û wiha got: “Sebra dilê me tenê gora şehîdê me ye. Dewlet dixwaze hemû biranînê zarokên me ji dilê me qut bike. Dewlet ji miriyên me ditirse. Em ê li dijî vê dewleta tirsûnek ticarî serî netewînin.” Bavê Rizgar Koç, Hallît Koç (75) destnîşan kir ku ji beriya çend rojan AKP’ê xwest gorên zarokên me xira bike û wiha axivî: “AKP zilmê dike. Ji dîrokê heta nih her kes ji bo cenazeyê miriyan rêzdariyê digre. Ji beriya niha jî şahadet çêbûn û zilim li ser me hate kirin, lê heta niha kesê weke Erdogan neyartî ji Kurdan re nekir û zilim li ser Kurdan ne meşand. Di ola îslamê de zilim û bê mafî gunehê herî mezine. Ji xwe dema ku mirov neheqiyê li gor yan jî li ser cenazeyê miryan bike mirov di roja hesap pirsînê de nayê efûkirin. Erdogan dercale û xwedê dawiya wî weke Seddam bike.”

‘LI SER AXA XWE ŞEHÎD KETINE’

 

 

Dayîk û bavê gerîlaya HPG’ê Helîme Kuze (Bêrîtan Zinar), Fatma Kuze (62) û Mehmet Kuze (67) jî wiha gotin: “Bila dewlet aqilê xwe bîne serê xwe û destê xwe yê qirêj ji gora zarokên me vekişîne. Heta dilopek xwîna me hebe, em ê nehîlin gorên zarokên me xira bikin û em ê li dijî zilma wan bitêkoşîn. AKP dizane êdî nikare li Kurdisanê siyasetê bike, destê xwe di avêje nirxê me û dexwaze me bi nirxê me bixe erdê. Dewlet ji cenazeyê zarokên me ditirse û dibêjin dê ji nûve zindîbin û li hemberî me şer bikin. Zarokên me bê heqî li ti kesê nekirine. Tenê li ser axa xwe û welatê xwe şehîd ketine.”