Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Dewlet dixwaze Sûrê di nav blokên betonê de bihêle

Heta sedsala 19’an Sûr xwedî rengekî wiha bû ku li xwe venedibû. Malên bi baxçe ku li rex kuçeyên teng rêz dibûn, bi geometriyeke ne li hev ji hev dûr dibûn û nêzî hev dibûn. Niha jî mêjuyeke ji bo rantê tê kavilkirin.

Malên Amedê yên berê, xwedî raçînka mîmariyeke taybet in, du qatî ne û malzemeye sereke ya di avakirina wan de tê bikaranîn kevirên bazaltê ne. Kevirê kalker ê bi rengê spî jî weke xemlê tê bikaranîn. Dîsa ji ber ku li Amedê qadên daristanê nîn in, bû sedem ku dep zêde neyê bikaranîn û tenê ji bo dekoratîfê were bikaranîn. Ji bo vê jî dara biyê ji ber ku heta bi astekê ji hev vedilzele, di krîşên bên de dihatin bikaranîn.

Di malan de weke hêmana pevgirêdanê kils dihate bikaranîn. Li dîwaran, li cihên berbiçav kevirên neqşkirî, li pişt wan jî kevirên moloz dihatin bikaranîn. Rêza hundir û ya derve ya keviran bi hev re têne lêkirin. Ev teknîka lêkirinê li dîwarên Roma û Bîzansê tê dîtin. Tuxla li ser banan zêde xuya nake.

Bi qasî dîrok û avaniya cografyayê bandora demsalê jî li ser mîmariya malan heye. Li Amedê ku havînan pir germ e û zivistanan jî pir sar e, di malên berê de, beşên havînan, zivistanan û demsalan heye. Beşên havînî bi pûtedanî hatin çêkirin û ew beş in ku pir hatin xemilandin. Li bin hêwanan ku tim li bakur dinerin, ji bayê kur re vekirî ne, hin ode hene ku ji wan re sar tê gotin û carinan li wan birkên kevirîn jî hene. Beşê zivistanê jî li başûr dinere û ji bo ku zivistanê rojê bibîne pencereyên wan zêde ne. Cihê ku jê re demsalî tê gotin jî li rojhilatê hewşê ne an jî rojavayê wê.

Beşê cihê ku jê re hêwan tê gotin mîmariya herî berbiçav a vê mîmariyê ne. Bi giştî xwedî kembereke şikestî ne û pir pencereyên wê hene. Hewş berdewama hêwanê û wê temam dikin. Dîwarên bilind ku malê dipêçin, bi deriyekî depî li hewşê vedibe. Dema ku mirov tê hewşê birk, hêwana veker, avkêşk, bîre û derenceyek heye. Bi van derencekan mirov diçe jêrzemînê û sergahê qatên jêrîn. Ji bo ode, hêwan û qatên navîn û bên ber bi jor ve diçe. Dîsa li her hewşê birkek heye û bi giştî ev birkên ku weke xelekan in, hinek jî çargoşe, elîps û 8 goşe ne. Cihekî dî ya ku bi qasî birkê girîng in, cihokên avê ne ku ji bo ava birkê hatine çêkirin, ev cihok nîşan didin ku ji berê ve ev bajar xwedî toreke qeyîm a kêzînê ye.

AVANIYÊN KU DÎROKÊ NIKARÎBÛN XIRA BIKIN AKP’Ê XIRA KIRIN

Ji ber ku malzemeya sereke ya van xaniyan kevir û ax bû, bû sedem ku ev avanî taybetmendiya xwe ya mîmarî demeke dirêj biparêzin, lê li dijî êrîşên dewletê, piştî ku 15’ê Tebaxa 2015’an xwerêveberî hate ragihandin, dewletê ev xwerêberî qebûl nekin û dewletê bi kavilkariya xwe gelek ji van avaniyan xira kir.
Gelek avaniyên ku di lîsteya UNESCO’ê ye de cih digirin gorî planên rantê yên dewletê hatin kirin. Desthilatdariya AKP’ê ku wê Sûrê ‘’ bi hezkirinê berz bike’’ ji bo qereqolan ava bike, bêyî ku ferqê bixe navbera tescîlkiriyan ne tescîlkiriyan, gelek avaniyan li gorî plana xwe hildiweşîne, yên ku ji kavilbûnê filitîn jî bi navê ‘’restorasyon’ê makyaj dike. Di şertên asayî de avaniyên dîrokî yên ku diviya bi kevirên bazaltê bihatane lêkirin, li beşê derve bi kevirên bazaltê yê 3 cm lêdikin û li beşên hundir jî bi xerca çîmentoyê wan vediguherîne blokên betonarme û raçînka mîmarî û dîrokî tine dikin.

Dîsa bi hovana  gelek avaniyan qaşo ‘restore’ dikin. Di şertên asayî de avaniyên dîrokî  ji lerza xurt a derdorê jî bibandor dibin, ji bo vê jî kavilkirina avaniyên li derdora van avaniyên dîrokî diviya bi hêza însên bihatana kirin, ji ber ku avaniyên derdorê bi mekîneyan têne hilweşandin, gelek avaniyên ji ber derbên van mekîneyan yan jî yan jî yên ku ziyan li wan bibûn bi hejijînîna mekîneyan dikevin.
.
BI SEDAN DAR  HATIN BIRÎN

Desthilatdariya AKP’ê ku di her daxuyaniya xwe de dibêjin ew ê raçîna dîrokî ya Sûrê biparêzin tenê ziyanê nade dîrok û mîmariya avaniyan, ji bo malên ku wê betonê û bi hesin lêbike, ekolojiyê jî talan dike. Hîmê bingehên xaniyên ku li şûna xaniyê berê were avakirin jî hate danîn. Di dema danîna hîmê van xaniyan de bi sedan darên ku di nav kavilan de mane dibirin û li gel hemû hewldana gel û ekolojîstan ji ber ku li plana wan nayê dibirin û qemyonan derdixin derveyî Sûrê.
Şêniyên taxê jî nikarin biçin biçin taxên ku bi navê ‘’camewerîkirina lezgîn’’ hatine desteserkirin, asta hilweşandinê jî bi her wateyê bû sedema şerma mezin û ziyana mezin.