Desteya Rêveber a Şengalê li dijî gefên li ser Efrînê daxuyanî da

Desteya Rêveber a Şengalê nerazîbûn li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê da û wiha got; “Bila her kes bizanibe Êzîdxan li pişta gelê Efrînê ye. Ji bo Efrînê tişta dikeve ser milê em em ê bikin.”

Desteya Rêveberiya Şengalê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirkir ên li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.

Di daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê de wiha tê gotin; "Dewleta APK'ê û yê ku serkêşiya wê dike,  Erdogan naxweze li Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve û bi taybet ev deverên ku Êzidî û gelê din bi hev re jiyan dikin, ew jî bi xwe di zane ku êdî  gel wî û fikirê wî yê dîktator qebûl nake, ji ber ku ew bi xwe dizana ku dema demokrasî pêş bikeve temenî wî ber bi dawî diçe. Ji ber wê jî niha êrîşî gelê Rojava dike, ji dema ku gelê Rojava ji boyî azadiya xwe têdikoşe, heta niha Erdogan û hikûmeta xwe ya faşîst gefan lê dike, bi gelek hewildana dixwaza ku federala  Bakûrê Sûriyeyê têk bibe û pêşiyê lê bigire. Ew bi xwe naxwaza li ti cihan kes xwe bi rêve bibe û xwedî rol û sîstem be. Ji ber wê jî dema me wek gelê Şengalê sîstemek xwe ava kir, li hember wê jî derket û gel topbaran kir."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê ragihandin; "Îro li Rojava gel bûye xwedî îrade, lê ev yek Erdogan û dewlata wî ya faşîst pir tehrîk dike û naxwaza ev yek ji bo gelê Kurd bi temamî pêk were. Ji ber wê jî di destpêka êrîşên xwe de gundên Êzidiyan ên li Efrînê hedef girtin û topbaran kirin,  ger em li dîrokê vegerin û dîroka Tirkan bixwînin ê ku herî zerer daniyê ew jî gelê Êzidiye û bi dehan ferman ji aliyê wan de hatine ser gelê me, bi milyonan gelê me yê Êzidî di Bakurê Kurdistanê hebû, ew siyasete wan a hovana hemû cihên Êzidiyan vala kirin û koçber kirin .

Niha em lê dinerin ku li kûderê  Êzidî hebin li dijî wan derdikeve û dixwaza qira wan bîne, Bakurê Kurdistan ji Êzidiyan vala kir, êrîş anîn  ser Êzidiyên Şengalê û niha jî gundên Êzidiyan ên Rojava jî topbaran dike,  her çiqas Erdogan li dijî fikrê demokratîk be ewqas li dijî Ola Êzidatiyê jî."

Desteya Rêveberiya Şengalê herî dawî banga seferberiyê dike û wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne; "Em wek Rêveberiya Şengalê Erdogan û dewleta wî ya faşîst Şermezar dikin û ji gelê xwe yê Rojava bi temamî re û bi taybet gelê  Efrîn re bêjin, em li pişta wene û êşa we êşa meye. Çawa gelê Rojava di rojên tarî de ji bo gelê me bû bersiv, niha ew erk dikeve ser milê me jî, em ji bona wan bikevin seferberiyê û bi hemû hêza xwe bibin piştek ji bo wan. Bila her kes bi zanibe Êzîdxan pîşta gelê Efrînê ye."