'Desteserkirina şaredariyan darbeya li demokrasiyê ye'

Hevserokên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci li ser darbeya 19'ê Tebaxê axivîn.

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, gotin 19'ê Tebaxê darbeyeke siyasî hatiye kirin, hilbijartina 31'ê Adarê bi bîr xistin, gotin, ''Ev hilbijartina her wiha referandûma qeyûm bû. Bi kampanyaya ji qeyûm re na, sendoqa hilbijartinê bûbû referandûm. Pratîka qeyûmab a 2,5 salan û hişmendiya wan gel dabû ber pirsan û li dijî vê bersiveke xurt hatibû dayin.''

Ertan got li Wan, Mêrdîn û Amedê gel 76, 64, 56 ji sedî vîna xwe nîşan dane, tercîh li ser wan kirine û 19'ê Tebaxê darbe li demokrasiya Tirkiyê hatie kirin. Ertan got, ''Dîsa hişmendiya qeyûm derketiye holê û qeyûm anîne ser vîn û dahatuya me.''

ŞAREDARÎ MALA GEL E

Ozgokçe got mifetişên Milkiyeyê hatin Wanê, li ser pergala hevseroktiyê lêpirsîn kirine û ev jî nîşana wê bû ku qeyûm wê bihatana û got, ''Ji wê demê ve, dema ku me tevgera wan dîtî me got haziriya qeyûm tê kirin, lê bi çarçoweya hurmeta li vîna gel wê qeyûm neyê û nikaribin bînin. Ji ber ku ev dihate maneya ku Tirkiyê ji kendalan bavêjin.  Du sal û nîvan gelê Wan, Mêrdîn û Amedê nota xwe da qeyûm û di bîra wê de ma û ji bo ku bersiv bide çû ser sendoqê. Şaredarî mala gel e û mala gel li gel hatiye girtin.''

AVCI: ME YÊ POLÎTÎKAYÊN QEYÛM DEŞÎFRE BIKIRA

Hevşaredar Mustafa Avci jî got got ti zemîna vê darbeyê tine, biryareke siyasî ye û dema ku lê difikirin bê ka wê ti sûda vê biryarê ji bo desthilatê hebe, got wê ti sûda wê nebe.

Avci her wiha got çawa ku ew hatine ser kar wan hewl daye ku hin gavan bavêjin, haziriyên wan ên cidî hebûn, wan soz dabûn ku wê bi wan derdoran re mijûl bibin ku dest davêjin nirxên gel û di sê mehan de wan xebat kirine li dijî wan kesên ku têkçûna sincî dijîn, di nav gemariyê de, hin ji wan ji kar avêtine, li ser wan dosyayên bi belge û agahî hazir kirine. Avci got ev dosya beşek jê wê biçûne ber destê darazê, beşek jê giha ber destê daraz,ê hikûmet ji bo ku pêşî li vê bigir ev gav avêtiye.

Avci herî dawî got wan bi her gava xwe wê polîtîkayên qeyûm deşîfre bikirana.