Dest û lingên girtiyan şikandin!

Mehmet Alî Kayan ku li girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê girtî ye got, "Êşkence li me kirin; dest û lingên me şikandin." Kayan diyar kir ku hin girtî xistin feleqeyê.

Li gorî nûçeya MA'yê, Mehmet Alî Kayan (32) ku di sala 2015'an de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin 11 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Kayan diyar kir ku li girtîgehê êşkence li wan hatiye kirin.

Kayan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonkarahîsarê kir.

DEST Û LINGÊN GIRTIYAN ŞIKANDIN

Kayan beriya 10 rojan ji Girîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê sirgûnî Tîpa T hate kirin. Kayan anî ziman ku li girtîgehê lêgerîna bi rengê tazîkirî û sermijartina li ser piyan li wan tê ferzkirin. Kayan ragihand, televîzyon, radyo û rojnameyê nadin girtiyan û gardiyanan bi gotina 'Li vê derê hukmê me heye' gef li wan xwarine Kayan diyar kir ku girtiyên nexweş dernaxin revîreyê û ji ber ku ew li ber vê yeke rabûn gardiyanan avêtin ser koxûşan û li wan dan. Kayan got, ji ber vê êrişê destên wî û lingên hin hevalên wî şikestin, her wiha hin girtî jî xistin feleqeyê û ji ber lêdanê lingê wan werimî.

MALBATA WÎ BANG KIR

Bavê Kayan Mahmût Kayan (61) got, "Zarokên me bikujin wê haya me jê çênebe" û diyar kir ku hîn kurê wî axaftina xwe temam nekir, dema axaftinê temam bû. Kayan bang li raya giştî kir ku bala xwe bide ser mijarê.

Dayika wî Sûltan Kayan (59) nerazîbûn nîşan da ku kurê wî şandin girtîgeheke dûr û ji ber vê yekê nikaribin biçin hevdîtinê.