Dest ji tiryakê berda, polîsan ew dîsan fêr kir

Dewleta Tirk ciwanên Kurd fêrî bikaranîna tiryakê dike. Ciwanê bi navê H.E bang li raya giştî kir ji bo ciwanên Sûrê têkevin dewrê û ciwanan ji tiryakê xilas bikin.

Ciwanê bi navê H. E (26) bi hevkariya polîsan fêrî tiryakê bû, bi hevkariya ciwanên YDG-H ji tiryakê rizgar bû û hate tedawîkirin. H.E piştî du salan  dîsan bi riya polîsan fêrî tiryakê hate kirin.

Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer yên AKP’ê bi dehan bajar û navçeyên Kurdistanê hatin xirabkirin. Bi hezaran Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Malbatên ku ji cih û warên xwe koç bûn di nava şert û mercên gelek giran de dijîn.. Ligel betalî, xizanî û bê wariyê zahmetiyên mezin tên dîtin. Bi taybetî ciwan û jinên Kurd di demên gelek dijwar re debas dibin. Piştî valekirina gund, navçe, bajar û sirgûnan, li ser ciwanên Kurd politikayên qirêj ên wek tiryak, fihûş û pişavtinê tên meşandin.

 Piştî êrîşên AKP’ê yên li ser navçeya Sûra Amedê, navçeya Sûrê ji gelek tiryakêşan re bûye wargeh, dema mirov di kuçe û kolanên Sûrê yên vekîrî de dimeşe rastî tiryakêşan tên. Gelek ciwanên Kurd ku di temenê xwe ya biçûk de dest bi kişandina tiryakê dikin, di her kişandina tiryakê de tenduristiya wan û bedenên ciwan bi tiryakê tên jehr kirin. Polîsên AKP’ê bi taybet li ser ciwanên Kurd yên ji herêmên berxwedanê ne, bi polîtîkayên qirêj ên wek tiryak, fihûş û pişaftinê li ser wan didin ferzkirin. Di kolanên Sûra Amedê de gelek ciwanên Kurd di nava  tiryekê de hatine fetisandin. Ciwanê bi navê H. E (26) ji beriya du salan bi riya ciwanên YDG-H dest ji tiryakê berda û hate tedawîkirin û dîsan ji aliyê polîsan ve hate jehrîkirin.H.E di sala 1990'an de bi malbata xwe re ji navça Lice ya Amedê derbasî Sûrê bûn û bi salan e bi malbata xwe re li nava Sûrê dijîn.

 H. E. Çîroka xwe ya fêrbûna tiryakê wiha got: “Dema ez bi malbata xwe re hatim Amedê 11 salî bûm. Piştî demke kurt ez ji aliyê polîsan ve fêrî tiryakê hatim kirin. Ji ber bêderfetiyê min dibistan nexwend û her roj bi hevalên xwe re li kuçan digeriyam rojekê kesek hat çem min û di destê wî de tişteke wek cixare hebû lê ne cixare bû. Ji min re got ku heger tu vê cixareyê bikişinî wê kar û xabatên te çebibê ji ber ku belaş bû min jî kişand. Lê dema ku min kişand mejiyê min gêj kir. Gelek caran ez diketim qirîzê û ji mal direviyam. Pir çaran pereyê min tunebû min ji dayik û bavê xwe dizî dikir û gelek caran jî min dizî ji derve dikir û pereyên tiryakê didît.”

A.E. anî ziman di sala 2013’an de bi alîkariya ciwanên YDG-H wî dest ji tiryakê berda û got: “Piştî êrîşên AKP’ê yên li ser Sûrê û vir de polîs ketin nava Sûrê, ez dîsan fêrî tiryakê bûm. Demek dirêje min dest ji tiryakê berda. Piştî hêzên dewletê ketin nava Sûrê û cihên me yên jiyanê xirabkirin. Em 6 kes di malekê de dijîn, mala me hatiye xirabkirin. Em nikarin kirêya mala xwe bidin. Hinek kes hatin cem min û gotin heger tu vê madeyê bi kar bînî û bifiroşî em ê di nava mehê de xaniyê we ava bikin. Tu çiqas pere bixwazî em ê bidin te. Nêzî 3 mehe min dîsa dest bi tiryakê kiriye û li Sûrê tiryakê difiroşim. Ez dixwazim dest ji vê jehrê berdim, lê belê heta niha ti derfetê min tineye. Ez bang li raya giştî dikim ku ji bo ciwanên Sûrê têkevin dewrê û ciwanan ji vê jehrê xilas bikin.”