Dest ji Kurdistanê bernedin, ev bes e...

Serdar Star ku sala 1996'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît got, "Rêbertî dema xatir ji min xwest got, 'Dest ji Kurdistanê bernede, ev bes e'. Yek ji hêza bingehîn a têkoşîna min, ev gotina dawî ya Rêbertî ye."

Serdar Star, yek ji 27 gerîlayan e ku sala 1996’an ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Şamê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Star qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re dike;

"Ez, sala 1996’an bi komek hevalên xwe derbasî şamê bûn. Koma me ji 27 hevalên ji Başûrê Kurdistanê pêk dihat. Roja destpêkê ku em çûn, me Rêbertî dît.  Dema me destpêkê dît, li qada futbolê bi gogê dilîstin. Piştî ku futbol qediya me bi hev re xwarin xwar û piştî xwarinê Rêbertiyê bi me re sohbet kir. Ew kelecan û morala wê demê, di dil û mejiyê me de her tim zindî ma. Heta ne tenê heval, rojnamevan û hunermendên ku wê demê ji derve hatin bi heman kelecan û moraleke mezin bûn. Bêguman ji bo hevalan hesreteke mezin bû dîtina Rêberitiyê. Ji bo wê ez ji bo xwe weke şensekî mezin dibînim.

Tevgera PKK'ê, bêguman ji Rêbertî û şehîdan pêk tê. Kêm be em bi şehîdên xwe re man, lê belê dema mirov bi Rêbertiyê re dimîne, ev ji bo mirov dibe destketiyeke cuda. Lewma kî be bila bibe, dema bi Rêbertiyê re dimîne, di xwe de guhetinê hîs dike. Kesayetiya wî/ê rengîn dibe. Bêguman ev ji bo min jî wisa ye. Piştî ku ez çûme ba Rêbertiyê min baştir fêm kir ku me beriya wê, dinyayeke biçûk ji xwe re çêkiriye. Ango em bi tevahî wisa li jiyanê diniriyan, me wisa dinirxand. Lê belê piştî naskirina Rêbertiyê me fêm kir ka em çawa dikarin ji eniyên cuda li jiyanê, li bûyer û diyardeyan binêrin; cîhaneke mezin a Rêbertiyê heye û gihaştina wê jî wisa ne hêsan e. 

'HER LIV Û TEVGEREKE RÊBERTÎ JI BO ME DERSEK BÛ'

Tu lept û tevgera wî ne ketûber bû. Wateya her tiştekî hebû û kûr bû. Carinan nêrînek an jî tevgerînek wî, gelek tişt dihewandin. Heta di dersekî de qet neaxivî. Ango şêwaza Rêbertiyê ya perwerdehiyê tenê ne teorî bû. Ji xwe jiyana wî yekpare bû û ji bo me perwerde bû. Ji bo wê her tevgerîna wî, her gava wî ji bo me ders bû. Lewma Rêbertiyekî dîrokî bû. Kesayetiyeke dîrokî bû. Ango hemû bedewî di nav xwe de dihewandin. Hestên herî kûr di kesayetiya wî de xwe didan der. 

Rêbertî ti carî gotineke xwe, di perwerdeyeke din de dubare nedikir. Lewma xwedî şêwazeke ku tim xwe nû dikir bû, xwedî tîrbûn û lêhûrbûneke wiha kûr bû. Ji bo dersên me tim bi rengîn, cêwaz bûn û em arasteyî lêhûrbûnê dikirin. 

'GOTINA WÎ YYA KU MIN QET JI BÎR NEKIR...'

Piştî ez hatim welêt, min tu car gotina Rêbertiyê ya ji min re gotî jibîr nekir û min her tim li ser wê gotinê rêya xwe domand, meşiyam. Dema xatirxwestinê yek bi yek heval hembêz kirin. Dema herî dawî ez hembêz kirim, wiha got, 'Dest ji Kurdistanê bernede, ev bes e. Ji welatê xwe nerevin'...

Ji bo min ev gotina Serokatî bû hêza sereke ya têkoşînê. Min her tim soza xwe ya ku ez ê ti carî welatê xwe bernedim û têkoşîna xwe kûrtir bikim her tim dubare kir. Ji bo ku careke din li çiyayên azad ên Kurdistanê Rêbertiyê bibînim ez ê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe bidomînim…"