Dêrsimî ji AKP û Kiliçdaroglû bawer nakin
Dêrsimiyan diyar kirin ku HDP dikare ji pirsgirêkên Elewî û aliyên din re çareseriyê bîne û gotin ku wê dengê xwe li gorî vê rastiyê bikar bînin.
Dêrsimiyan diyar kirin ku HDP dikare ji pirsgirêkên Elewî û aliyên din re çareseriyê bîne û gotin ku wê dengê xwe li gorî vê rastiyê bikar bînin.
Dêrsimiyan diyar kirin ku HDP dikare ji pirsgirêkên Elewî û aliyên din re çareseriyê bîne û gotin ku wê dengê xwe li gorî vê rastiyê bikar bînin. Dêrsimiyan dan zanîn ku ew bi propagandaya AKP’ê ya ‘Pêşîvekirina Elewiyan’ û ya CHP’ê ya weke ‘Serokwezîrekî CHP’î’ bawer nakin û diyar kirin ku HDP dikare welatekî azad û bi edalet biafirîne.
Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, Dêrsimî dengên xwe bidin HDP’ê.
‘LI DIJÎ MODELA YEK TÎP, PARTIYA HER KESÎ HDP YE’
Ozan Çîl got ku hilbijartin ne hilbijartinek ji rêze ye û wiha got: “Hûn li aliyekî partiyên pergalê yên yek modelî dişopînin, dibînin, li aliyê din jî partiyeke din a her kesî hembêz dike, HDP’ê dibînin. Ez bawer dikim ku em ê di roja 7’ê Hezîranê de hebûna xwe xurtir bikin.”
KILIÇDAROGLU NEGOT EZ JI DÊRSIMÊ ME
Gulseven Yildiz diyar kir ku jinên herêmê ji ber sê nasnameyan li plana dawî hatine hiştin û ev pergal bi HDP’ê re guheriye û wiha berdewam kir: “Ji ber em Dêrsimî ne, jin û Elewî ne, em her tim li dawî hatin hiştin. Lê îro HDP me navêje plana dawî. Nîşan dide ku hêvî, potansiyel û hêz bi me re ye. Yekane partiya me li meclîsê temsîl dike HDP ye. Em bi derewên AKP’ê yên wekê ‘berlêvekirina Elewiyan’ û gotinên CHP’ê yên ‘Serokwezîrekî Dêrsimî yê Elewî’ ku Kiliçdaroglu nîşan didin, bawer nakin. Hîna Kiliçdaroglu negotiye ez ji Dêrsimê me.”
LI DIJÎ PERGALA JIN Û PERWERDEYÊ DENGÊ ME JI HDP’Ê RE NE
Nadîde Dogmaz bi lêv kir ku hêza ku qedera welat diguhere HDP ye û got: “Ger em jin ji nêrîna li dijî jinê bi gazinc bin, ger em xwendekar li dij pergala perwerdeyê bi gazinc bin, ger em Elewî li dij perwerdeya ferzkirî ya olî bin; wê demê yekane hêza ku qedera vî welatî biguhere HDP ye. Bi vê baweriya xwe ez bi malbat û derdora xwe re dengên xwe didim HDP’ê.”
‘JI BO AZADÎ Û EDALETÊ DENGÊN MIN JI HDP’Ê RE YE’
Hasan Kaplan destnîşan kir ku HDP hemû Elewî û gelan temsîl dike û got: “Em, Elewî bi heman awayî li 72 neteweyan dinêrin. Em têkoşîna jiyanek bi hev re ya bi 72 neteweyan re didin. Îro jî HDP bi 72 neteweyan re gavan diavêje. Em ê ji bo welatekî azad dengên xwe bidin HDP’ê.”