Dersim dîsa dişewite, nahêlin were tefandin!

Şewitandina daristanan a ku li ser navê “operasyon”an tê kirin bi mehan e didome. Hêzên dewletê destûrê nadin ku gel biçin şewatê bitefînin.

Li herêma Dersimê ji ber operasyanên artêşa Tirk bi dehan hektar daristan hatin şewitandin. Ji ber bomberdûmana, xwezaya Dersimê diqele. Gel xwest biçe şewatê bitefîne lê hate astengkirin. Ketin û derketina hin herêman jixwe hatiye girtin. Li gorî agahiyên ku gel daye li herêma Ûzûntarla ya Geliyê Pilumurê 2 roj in şewat didome.

NAHÊLIN GEL ŞEWATÊ BITEFÎNIN

Hat ragihandin ku herêma Hakîs a Qisleyê ji ber bomberdûmanê, agir pê ketiye û Gerînendetiya Karên Daristanê tu mudaxele nekiriye û bi hinceta ku “herêma operasyonê ye” nahêlin gel jî biçe şewatê bitefîne.