Derket holê li pişt şerê bi çek ê li Wanê sercerdevan Ayhan Kahraman heye

Derket holê ku li pişt bûyera îro li Wanê ya li restorantekê çêbû û 6 kes birîndar bûn, sercerdevan Ayhan Kahraman heye.

Li Wanê di destê êvarî de li restorantekê ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derketin û nîqaş veguherî şerê bi çek. Di şer de yê ku çek û kêrên donerê hatin bi kar anîn, yek jê giran, 6 kes birîndar bûn.


Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyên nêz, agahiyên bûyerê jî zelal bûn. Li gorî agahiyan, zilamên sercerdevan Ayhan Kahraman bi çekên ku dewletê dane wan ketin restorantê û piştî nîqaşan gule li derdorê reşandin.

Piştî bûyera ku 6 kes birîndar bû, gelek kes jî hatin binçav kirin.