Derheqê 5 girtiyên ku êşkence li wan kiribûn lêpirsîn

Ji bo ku êşkenceya li wan hatî kirin bi raya giştî re par ve kirin lêpirsîn li ser 5 girtiyan hate vekirin, ku li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Maraş Turkoglu têne girtin.

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê êşkence didome. Derheqê girtiyên ku êşkence li wan tê kirin lêpirsînên cezayê têne vekirin. Adrêsa dawî ya binpêkirina mafan Girtîgeha Tîpa L'yê ya Maraş Turkoglu ye.

Lêpirsîn li ser gitiyên bi navê Sedat Karak, Veysî Altan, Servan Sertkaya, Orhan Dor û Îhsan Oran hate destpêkirin, ku qerdiyanan demeke dirêj êşkence li wan kiribûn.

Sedat Karak dema ku bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû êşkenceya ku li wan hatibû kirin bi malbata xwe re par ve kiribû, ji bo ku êşkenceya ku li wan hatî kirin bi raya giştî re par ve kirin dozgeriya girtîgehê lêpirsîn derheqê girtiyan vekir.

5'ê Sibatê Sedat Karak dema ku bi malbata xwe re axivî, gotibû 30-40 qerdiyan bi hev re êrîş anîne ser wan, êşkence li wan kirine û dest û piyê wan û serê wan şikandine.