Derewa AKP’ê ya ku dibêje me 12 milyar veberhênan li Colemêrgê kiriye

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê AKP’ê Mûrat Kûrûm îddîa kir ku di serdema AKP’ê de 12 milyar veberhênan li Colemêrgê hatiye kirin. Ev gotin bû sedema nerazîbûnan.

Demeke hindik maye ji hilbijartinên 31’ê Adarê re û wezîrên AKP’ê ji Colemêrgê dernakevin. AKP di 17 salan de li hemû gir û çiyayên Colemêrgê qereqol û qalekol ava kir. Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê AKP’ê Mûrat Kûrûm îddîa kir ku di serdema AKP’ê de 12 milyar veberhênan li Colemêrgê hatiye kirin lê diyar nekir ku ev veberhênan li ku derê hatiyekirin.

Di sala 2016’an de AKP qeyûm li şûna şaredariya DBP’ê peywirdar kir û di nava du salan de şaredarî 500 milyon lîra xist bin deynan. Qeyyûm û AKP’ê deynên şaredariyê xistibû stûyê DBP’ê. AKP’ê di nava 17 salan de tu veberhênan li Colemêrgê nekir û bi navê ‘herêmên taybet ên ewlekariyê’ cotkarî û sewalkariya li herêmê jî qedexe kir.

COLEMÊRGÊ DI DEMA ŞAREDARIYÊN DBP’Ê DE XIZMET DÎT

Colemêrg di 90 salan de, di deman şaredariyên DBP’ê de xizmet dît. AKP’ê ev xizmetên şaredariya DBP’ê hezm nekir û di sala 2016’an de qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê peywirdar kir. Hemû xizmetên şaredariyên DBP’ê hatin sekinandin, gel bêav hatin hiştin, rê hatin hilweşandin, çop nehatin berhevkirin.

VEBERHÊNANA AKP’Ê QEREKOL, ÇEK Û BOMBE

Şêniyekî ji Colêmergê ê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir, tişta ku AKP jê re dibêje veberhênan e, çêkirina qereqolan e, çek û bombe ye.

Li Şemzînanê li Şikeftan, Ketûna Binî, Ketûna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî û li Gosrovayê qereqolên nû tên çêkirin. Li vê herêmê li Dema Çiya, Girê Eshaba, Berê Evrazê, Kaniyaspî, Banige, Tilsê, Kola, Nerdûşe, Biniyahorê, Gendalok, Wargeniman, Şikeftan, Garê, Masîro û li Meleyanê çêkirina qereqolan didome. Li serê çiyayê Şehîdanê jî Îranê li hemberî balefiran pergala radarê ava kiriye.

Li Geverê li herêma Oremarê 3, li gundê Çobanpinar û herêma Doskiyan 2, li gundê Kisikli û Guvenliyê jî qereqolek tên avakirin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, ji bo 100 qalekolan jî xebatên îhaleyê didome.

DI 5 SALAN DE 18 HES

Hikumeta AKP’ê di 10 salên dawîn de herî zêde Santralên Hîdroelektrîkê (HES) çêkirine. AKP’ê di 5 salên dawîn de 18 HES çêkir. Gelek şîrketên ku dixwazin HES’an çêbikin jî di dorê de ne. Di heman demê de 13 HES jî lîsansa wan a pêşîn hatiye stendin û plansaziya wan a çêkirinê tê kirin.