Dêra dîrokî ya Akdamarê bala tûrîstan dikişîne

Girav û dêra dîrokî ya Akdamarê, ku bi xemla xwe ya xwezayî û dîrokî xwedî cihekî girîng e, bala tûrîstên xwecihî û biyanî dikişîne.

Li Girava Akdamarê, ku şopa dîroka Ermenî, Bîzans û Kurdan hê jî le heye; bi dêra xwe ya dîrokî, bermahiyên bicihbûnê yên li giravê, goristana dîrokî, darên bihîvê û bi kîvroşkên xwe bala mirovan dikişîne. Girav bi vê xemla xwe ya dîrokî û xwezayî, bala tûrîstên xwecihî û biyanî dikişîne.

Girava Akdamarê, ku mezintirîn girava li nava Gola Wanê ye, tevî bedewiya xwe ya xwezayî, bi dêra xwe ya dîrokî ziyaretvanan dike heyranê xwe. Dêra li girava Akdamarê, ku li nava navçeya Westan a Wanê ye, di salên 900'î de ji aliyê Qralê Vargûs Gagîk ve hatiye çêkirin. Qral Gagîk, tevî dêrê her wiha bajarekî ji qesr, sûk û bendergehê daye çêkirin. Ev bajarê li giravê, piştre ji aliyê Tirk û Farsan ve hatiye talankirin.

DEWLETÊ Û KESÊN LI ZÊRAN DIGERIYAN BI SALAN DÊR TALAN KIRIN

Li vê girav û dêrê, di dawiya sedsala 19'an de bi qasî 300 keşîş dijiyan. Piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an, girav ji mirovan hate xalîkirin. Dêra li başûrrojhilatê giravê hatiye avakirin, ji aliyê mîmarî ve yek ji bedewtirîn hunera Ermeniyan e. Dîwarê aliyê derve yê dêrê, bi motîfên dewlemend ên giha û heywanan hatiye neqişandin û sehneyên ji Încîlê li ser hatine çêkirin. Dewletê û mirovên di bin kontrola dewletê de li zêran digeriyan, bi salan dêr talan kirin. Gelke berhemên dîrokî ji dêrê hatin derxistin û revandin.

GELEK BERHEMÊN DÎROKÎ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN XERAKIRIN

Dewleta Tirk, ku nikare xwe li berhemên dîrokî yên Kurd, Ermenî û gelên din ên li herêma Kurdistanê rabigire, gelek berhem hilweşand. Di sala 1951'ê de biryar hatibû dayin ku gelek berhemên li nava Dêra Akdamarê ya dîrokî werin hilweşandin. Û hilweşandina van berheman di sala 1951'an de dest pê kir. Di encama destwerdana rojnamevan Yaşar Kemal de, ku hingî li herêmê rojnamevanî dikir, ev hilweşandin hatibû sekinandin. Dêr, di sala 2007'an de weke muzeyekê ji nû ve hate vekirin.

LI DÊRA DÎROKÎ ŞOPA GELEK ÇANDAN HEYE

Dêra Akdamarê ya dîrokî, şopa dîroka Ermenî, Bîzans û Kurdan gihandiye heta serdema heyî. Dêra Akdamarê, ku yek ji cihên herî pîroz ên Ermeniyan e, ji ber ku deriyê sînor ê Ermenîstanê ji aliyê dewletê ve hate girtin, hewl tê dayin li serdana Ermeniyan bê girtin. Girava Akdamarê bi dêra xwe ya dîrokî, bermahiyên bicihbûnê yên li giravê, goristana dîrokî, darên bihîvê û bi kîvroşkên xwe bala mirovan dikişîne. Girav bi vê xemla xwe ya dîrokî û xwezayî, bala tûrîstên xwecihî û biyanî dikişîne.

DEWLET PEREYAN JI ZIYARETVANAN DIGIRE, LÊ QÎMETÊ NADE BERHEMAN

Bi giranî ji Elmanya, welatên Skandînavya û welatên rojhilat mirov  tên serdana giravê û dêrê. Ev her wiha bala tûrîstên xwecihî jî dikişîne. Mirovên tên serdana têrê destnîşan dikin, ku dêr xwedî xemleke bêhempa ye û dibêjin, "Bi taybetî mîmariya dêrê gelekî bedew e. Em bûn heyranê mîmariya dêrê. Divê bi mîlyonan mirov karibin servana berhemeke bi vî rengî ya hêja bike. Lê belê ji ber ku bi têrkerî nayê nasandin, ne di asta tê heqkirinê de ye. Ji ber dijminatiya dewletê ya li Ermeniyan, welatiyên Ermenî nikarin cihê xwe yê pîroz ziyaret bikin. Ji ber gelek sedemên neyînî yên mîna vê, mirov ditirsin bên vê derê. Dewlet, di dema serdana van berheman de pereyan me digire, lê belê qîmetê nade van berheman."