Dêra dîrokî Surp Sarkis li ber çavan hildiweşe

Dêra Surp Sarkis a 500 salî li ber hilweşînê ye. Ji ber xemsarî û bêxwedîtiyê, kevirên neqişandî yên dêrê ji şûna xwe hatine derxistin û gelek ji wan hatine dizîn.

Warhêlên dîrokî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber xemsariya dewletê tên talankirin û li ber windabûnê ne. Dêra Surp Sarkîs a di sedsala 16'mîn de, weke bi navê Dêra Çeltik (Xizir Îlyas) tê zanîn di dema qirkirina Ermenan de ji hêla axa û began ve weke embara dexil û axûrê dihate bikaranîn, niha bûye cihê çûn û hatina kesên madeyên hişbir bi kar tînin û defînegeran. Dêra dîrokî ku ji ber taybetmendiyên xwe yên mîmariyê bi îhtîşama xwe li ser piyan maye, ji ber xemsariyê wêran bûye.

KEVIRÊN WÊ HATINE DIZÎN

Li Tirkiyeyê ji ber baweriya mislimantiyê pir zêde ye û ji vê olê re qad têne vekirin û avahiyên bi îhtîşam têne çêkirin, di bin navê mizgeftê de dizivirînin îbadetxaneyan. Lê cihên îbadetxaneyên baweriyên din ji armancên cuda re hatin bikaranîn û ji texrîbatakirina wan re çav hatine girtin. Yek ji van dêra dîrokî ya Surp Sarkis a li Amedê li taxa Alîpaşa wekî gelek avahiyên din ên dîrokî tu nirxê nabîne. 

DÎWARÊN DÊRÊ TERIKANDÎ Û XIRABE NE

Dêra dîrokî pîştî sala 1915’an de ku qirkirina Ermenan pêk hatî, ji ber bi koçberiya Ermenan re ev dêr ji hêla axa û begên demê ve weke embara dexil, pangeh û herî dawî jî ji aliyê şêniyên xwecihî ve weke fabrîqeya çeltîkê hatiye bikaranîn. Piştî bûye fabrîqa di nava salan de wêran bûye. Di nava gel de ev dêr weke dêra Çeltîk tê zanîn, ev nêzî 20 salan e bêxwedî ye. Piraniya kevirên dêrê hatine dizîn û ji aliyê defînegeran ve hatiye xirakirin. Dema ku mirov dikeve hindirê dêrê li her bohstek wê erd hatiye kolandin û bidonên kesên madeyan bikartînin li erdêne. 

DÊR BÛYE CIHÊ KESÊN MADEYÊN HIŞBIR BI KAR TÎNIN Û DEFÎNEGERAN

Dêra ku bi navê Dêra Xizir Îlyas tê zanîn stûnên wê tenê mane. Dêra ku ji sedê 70’ê yê wê xirab bûye, kevirên wê hemû hatine dizîn û di nava gelaşê de maye. Niha jî ev wargeha dîrokî bûye cihê kesên madeyên hişbir bikartînin û defînegeran. Piştî Rêveberiyên Xweser ku navçeya dîrokî ji aliyê dewletê ve hate hilweşandin, niha tenê cihê dêrê yê ku hê nehatiye xirabkirin, ji bo were parastin û ji nûve resterasyona wê were kirin tê zanîn ku gelek caran hevdîtin bi Weqfa Ermeniyan û bi Odeya Endezyar û Mîmaran a Amedê re hatine kirin.

DARA ÇINARÊ

Dema ku mirov diçe taxa Alîpaşayê li sê aliyan jîngehên jiyanê hatine xirabkirin û tênê aliyek wê li ser lingan maye. Li dewsa cihên hatine xirabkirin avahiyên ti eleqeya xwe bi dîroka Sûrê ve tuneye lêhatinekirin. Li pişt diwarê dêrê û aliyê ku avahiyên freak hatine avakirin tenê darek ya çînarê zindî maye. Ji ber ku ev avahiya dîrokî bêparastin maye, dîwarên hewşê ya dora wî digire hilweşiyaye û di hin cihên dîwarê de qûlên ku mirovek dikare têde here û wer e hatine vekirin. Hemû kevirên bi nirx û li ser wan neqiş hene yên di dîwarên dêrê de ji cihên wan hatine derxistin. Di cihê wan de jî bi amûrên înşeatê bi zorê hatine bi cih kirin û ev yek jî zirarên mayînde pêk aniye. Lê ligel evqas texrîbatê jî dêr di wêne û dîmenan de li hember wêrankirinê jî bi mîmariya xwe ya dîrokî bi îhtîşam li ser lingan e. 

Dêra ku ketiye rewşa dil şewitandinê, bi kevirên bazalt ê reş ku tenê li herêma Amedê heye, hatiye çêkirin. Di çêkirina dêrê de kevirên rast hatine birîn hatiye bikaranîn û li ser kevirê bazalt ê volkanîk de xerc di hesin, ax û kirêcê de hatiye bikaranîn. Tê dîtin ku di lêkirina dîwaran, situnan, serê situnan, kemeran, pêlpêlokan, derî û şibakeyan de kevirên bazalt hatiye hûnandin. Li qatê jor ê dêrê hêj jî mahfîla jinan û di ketinê de jî hawîna ayînê, odeya vaftîzê, pêlpêlokên derdikeve mahfîla jinan, hewşî û dîwarên dibistana hatiye hilweşandin tê dîtin.