Der barê parlamentera HDP’ê Taşdemîr de biryara girtinê
Parlementera HDP’ê Taşdemîr a ku di “Doza Serekeya ya KCK’ê de” dihat darizandin, biryara wê ya girtinê hat dayîn.
Parlementera HDP’ê Taşdemîr a ku di “Doza Serekeya ya KCK’ê de” dihat darizandin, biryara wê ya girtinê hat dayîn.
Doza 29 kesên ku di doza "KCK'ê ya sereke" de tên darizandin û di nav wan de parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Osman Baydemîr, Dîrayet Taşdemîr, Ahmet Yildirim, Nadîr Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu, Selma Irmak jî hene û ji ber ku bûbûn parlamenter darizandina wan hatibûn sekinandin, doza wan careke din li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Parlementer beşdarî dozê nebûn û ji dêvila wan, parêzerên wan beşdarî dozê bûn. Dozê bi xwendina belgeyan dest pê kir û piştre dozger mutala xwend.
Dozger der barê parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr de bi îddiaya ku berê jî der barê wê de biryara anîna bi darê zorê hebû, lê ligel hemû lêgerînan nehatiye dîtin daxwaz kir ku bila biryara girtinê were dayîn.
Parêzer Cihan Aydin jî got ku bihistine ku qeydên dengan ên parlamenteran ji bo lêkolîna pêzanan şandina TRT'ê û wiha axivî: "Em îtirazî vî tiştî dikin. Em ji bo raporên ku wê li TRT’ê werin amadekirin bi fikar in. Ji bo stendina van raporên qeydên dengan, em dixwazin ji Saziya Tiba Edlî re were şandin."
Parêzer Mesût Beştaş jî diyar kir ku biryara girtinê ya ku der barê Taşdemîr de bê dayîn wê bibe mudaxaleya siyasetê û got ku, Taşdemîr dikare beşdarî doza pêşerojê bibe.
BIRYAR
Piştî parastina parêzeran, heyetê bi îdiaya ku der barê Taşdemîr de berê biryara bi zorê anînê hatiye dayîn lê ligel hemû lêgerînan nehatiye dîtin biryara girtinê da.
Heyetê der barê 22 kesên ku di nav wan de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok û Nûrettîn Demîrtaş jî hene, biryar da ku bila înfaza biryara girtinê were sekinandin. Doz taloqî meha Gulanê hat kirin û biryar hat dayîn ku bila parlamenter Konca, Demîrel û Irmak bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bibin.