Denîz Firat li Wanê li ser gora wê hate bibîranîn

Nûçegihan Denîz Firat ku beriya bi 4 salan li Mexmûrê bi êrîşa DAÎŞ’ê şehîd bûyî li ser gora xwe hate bibîranîn.

Hempîşeyên rojnameger Denîz Firat a li Mexmûrê di êrîşa DAIŞ’ê de şehîd bûbû li ser gora wê di salvegera 4'emîn de hare bibîranîn.

Nûçegihan Denîz Firat (Metiye Yildiztan) di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Kampa Mexmûrê bi êrîş DAIŞ’ê dema ku li pey nûçeyan bû, şehîd bû.. Nûçegihan Firat di 4’emîn salvegera şehîdbûnê  de li ser gora xwe ya li gundê Xecexatûnê ya Ebexê ya Wanê hat bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP’a Wanê Aynur Tarhan, Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGİ) Hakki Boltan, xebatkarên çapemeniya azad, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî bernameya bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. 

‘EM JIYANA DENÎZ JI XWE RE MÎNAK DIGIRIN’ 

Di bîranînê de ewil birayê Firat, Seyat Yildiztan axivî û wiha got: “Denîz nûçegihana gel bû. Denîz di têkoşîna gelê Kurd a heqîqetê de şehîd bû. Sê xwişkên Denîz li ser rêça wê dimeşin û wênegir û kameraya wê li erdê nehiştin. Ala wê hildan û têdikoşin. Malbat hemû em jiyana Denîzî mînak digirin. Em pê serbilind in. Em ji hemû beşdarvanan re spas dikin.” 

‘ROJNAMEGERÊN JIN WÊ TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKIN’ 

Pişt î Yildiztan, li ser navê nûçegihanên jin nûçegihana JinNewsê Hîkmet Tunç axivî û anî ziman ku wan nûçegihanên jin pênûs û makîneyên Firat li erdê nehiştin û dewr girtine. Tunç da zanîn ku ji Gurbetellî Ersoz bigire heta Denîz Firat nûçegihanên jin soza têkoşîna wan dubare dikin û got: “Em  jinan li dijî feraseta kujer a DAIŞ’ê û serdest heta qanûn bi zimanê jinan bên avakirin wê têkoşîna me dewam bike.”

 ‘DAIŞ’Ê ÇAPEMENIYA AZAD HEDEF GIRT’ 

Berdevkê OGÎ’yê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku Denîz Firat ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û wiha got: “Wê li Mexmûrê şerê li dijî DAIŞ’ê dişopand. Tişta tu nûçegihan nikare pêk bîne, Denîz pêk bîne. DAIŞ’ê bi hovane xebatkara çapemeniya azad hedef girt û ew kuşt. Dewama feraseta DAIŞ’ê îro jî li ser kar in û nûçegihanên di her warî de hedef digirin. Lê wê tu demê destûr ji vê ferasetê re neyê dayîn û wê heqîqet di tariyê de nemîne. Em şopdarên Denîz em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” 

‘DENÎZ ÇÎROKA HÊVIYANE’ 

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan dûre axivî û wiha got: “Denîz bi malbata xwe re di encama êrîş û zextên dewletê yên di salên 90’î de dest bi jiyana koçbertiyê dike. Di jiyana herî zor a koçbertiyê de, pişeya nûçegihaniyê hilbijart. Hemû hewldana wê ew bû ku, zilma li ser glek ji raya giştî re ragihîne.  Denîz Firat, nîşaneya jina bi hêz û berxwedêr a civak û jinan bû. Denîz çîroka hêviyên azadiya gelêk û dengê jinan bû. Denîz bersiva ji nû ve avakirinê bû. Kameraya Denîz Firat bersiva civaka paşvero û hişmendiya serdest bû. Denîz Firat eyneya zilm û zextên li ser gelê kurd hatin jiyîn bû.”