Demîrtaş: Ji bo azadiya gelê Kurd em ê li ser piyan bin!

Demîrtaş di Konferansa Piştevaniya Partiyên Çepgir ên Ewropayê" de axivî bang li Erdogan û Davutolu yê ku PYD û YPG wekî rêxistina terorê îlan kirin, kir û wiha got: "Tirba Şah Îsmaîl ê ku hûn dibêjin bav û kalê me ye li kû ye?"

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Konferansa Piştevaniya Partiyên Çepgir ên Ewropayê" de axivî bang li Erdogan û Davutolu yê ku PYD û YPG wekî rêxistina terorê îlan kirin, kir û wiha got: "Tirba Şah Îsmaîl ê ku hûn dibêjin bav û kalê me ye li kû ye? Bi Salîh Muslîm re gelek caran we li Enqereyê hevdîtin pêk nanî? Yên ku ji sînor tenê kevirek jî neavîtine terorîst îlan dikin. Lê, DAIŞ'ê jî wekî zarokên bi hêrs dibînin. Di esasê xwe de piştevaniya terorê ev e. AKP êdî berdewama DAIŞ'ê ye." Demîrtaş bi gotina "Heke hûn dixwazin terorê bibînin kerem kin, Cizîr û Sûrê" bang li rêberê cihanê kir.

 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Konferansa Piştevaniya Partiyên Çepgir ên Ewropayê" li Amedê hate lidarxistin de axivî. Demîrtaş ê geşedanên Tirkiye, Kurdistan û herêmê nirxand diyar kir ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de bazarî tê kirin û YE ji rêgezên xwe tawîz dide. Demîrtaş nirxandina "Em ji bo ku mafên mirovan bibin mijara bazarê kom nabin, em ji bo parastinê kom dibin" kir.

 

'HÛN Ê HESAB BIDIN'

 

Demîrtaş ji qatlîamên li Kurdistanê pêk tên AKP berpirsyar girt û got ku yên ku qatlîaman pêk tînin, fermanê didin, ên ku kêfxweş dibin dê hesab bidin. Demîrtaş wiha got: "Wê hesabê van sûcan an di qada neteweyî û ya navneteweyî de teqez bê pirsîn."

 

'MA CIWANÊN KURD BARÎQAT DANÎN QESRA TE'

 

Demîrtaş pêkanînê li Kurdistanê wekî hovîtî nirxand û bal kişand li ser barîqat û xendekan û bi gotina "Ciwanên kurdan ma barîqat û xendek danîn qesra te. Ji bo ku fermana qatlîamên ku te daye rawestînin vê yekê dikin" li hemberî hikûmeta AKP'ê û Serokomar nerazîbûn nîşan da.

 

Demîrtaş ê pirsa "We ji sedî 49.5 girt. Madem nîvê civakê li pey we ye çima ji bangawaziya aştiyê ditirsî" kir wiha got: "Ji sedê 50 dengê we hebe lê hûn ji tirsa nikaribin bi şev razên. Ji ber şerê qirêj ê didin meşandin e. Tirsa ji neçariyê ye."

 

'EM Ê TI CARAN JI AKP'Ê MERHEMETÊ NEXWAZIN'

 

Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me tu caran ji AKP'ê merhemetê naxwezin û em ê nexwezin, em ê li hemberî faşîzmê tîk bisekinin. Bi serîtewandinê ti caran aştî pêk nayê. Li pey têkoşîna azadiyê sekinandinê vê aştî wê bê. Roja ku bêyî tirs bi hevre jiyanê wê aştî pêk bê. Em ê destûrê nedin aştiyên sexte, şerên demdirêj."

 

'HEKE DIXWAZIN TERORÊ BIBÎNIN KEREM BIKIN CIZÎRÊ'

Demîrtaş ê bangawaziya "Li hemû cihanê yên ku dixwazin terorê bibîn kerem bikin Cizîrê û Sûrê" li rêberên cihanê kir wiha got: "AKP bi awayeke eşkere bûye piştevanê terorê. Afrînerê herî mezin ê terorê AKP ye. Divê êdî bê zanîn ku dawiya AKP'ê hatiye."

 

'TIRBA ŞAH ÎSMAÎL LI KÛ YE'

 

Demîrtaş bersiv da sûcdakirinên Serokomar û Serokwezîr ên wekî "bila PYD û YPG rêxistina terorê bên îlankirin" jî û ev tişt anî ziman: "Tirba Şah Îsmaîl ê ku hûn dibêjin bav û kalê me ye li kû ye? Di bin kontrola PYD'ê de ye. Ma we bi piştgiriya YPG'ê nebir. DAIŞ'ê wê birûxanda. We ji Salîh Muslim reca kir hate barkirin. Ma we gelek caran li Enqereyê bi Salîh Muslîm re hevdîtin pêk nanî. Hûn çi axivîn. PYD hate Tirkiyeyê destên xwe dirêj kir, dilê xwe li Tirkiyeyê vekir. Ji sînor guleyek an jî kevirek jî navêtiye. Lê, hûn her roj top davêjin, fuze davêjin."

 

'AKP NIÇIKÊ DAIŞ'Ê YE'

 

Demîrtaş bal kişand li ser piştgiriya ku AKP dide DAIŞ'ê jî û wiha axivî: "We li hemberî DAIŞ'a ku bi sedan mirov qetil kir çi kir? We li hemberî DAIŞ'ê çi kir? Yên ku tenê kevirek jî navêtine rêxistina terorê îlan dikin. Lê, DAIŞ'ê jî wekî zarokên bi hêrs dibînin. Di esasê xwe de piştevaniya terorê ev e. AKP êdî niçikê DAIŞ'ê ye. Yên ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê bêdeng dimînin, li dora DAIŞ'ê piştgiriyê didin."

 

Demîrtaş bilêv kir ku li dijî êrîşan bedel çi dibe bila be dê bidin nirxandina "Berxwedan û qehremanî wê têk neçe, hovîtî wê winda bike" kir.