Demîrtaş: Aqûbeta Rojava divê nebe mîna ya Mahabadê

Demîrtaş der barê dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got, "Şer di navbera mirovahiyê û faşîzmê de diqewime. Li dijî şer divê li her deverê eniyeke herî aktîf a berxwedanê bê afirandin. Em li ku deverê bi çi rengî bersivê bidin faşîzmê ew yek rewa ye.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Demîrtaş diyar kir ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de êrîşa li dijî Rojava rewşeke manîdar e û got, "Ev yek nûkirina komploya navneteweyî ye. Rejîma AKP-MHP'ê ku nûnerê herî dijwar ê hovîtiya kapîtalîst e dest bi êrîşê kir. Tirkiye hevparê DAÎŞ'ê ye, lewma dewletên ku êrîşên Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên wê di wijdanê mirovahiyê de mehkûm bibin.

Armanca bingehîn a êrîşê têkbirina avakirina civaka demokratîk e. Têkbirina îdîaya alternatîfa li dijî kapîtalîzmê ye. Armanca bingehîn têkbirina sosyalîzmê ye. Dixwazin xewn û xeyala jiyana azad a mirovahiyê têk bibin. Di şexsê gelê Kurd de dixwazin xewn û xeyala jiyana azad a mirovahiyê têk bibin. Divê mirovahî li paşeroja xwe bibe xwedî, welatê xw,e hêviya xwe, rêbaza xwe ya jiyanê biparêze."

DIVÊ AQÛBETA ROJAVA NEBE MÎNA YA MAHABADÊ

Demîrtaş destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye û diyar kir, "Dem ew dem e ku li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya dinyayê mîna berxwedana dema Kobanê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê rabe ser piyan. Li dijî êrîşên li dijî Rojava ji bo her devera Tirkiyeyê bikin qada çalakiyê divê kes li benda kesî nemîne. Li her deverê divê jiyanê rawestînin, şer li her deverê bikin, her kes dest ji karê xwe berdin û tevlî berxwedanê bibin. Mînak; her kesên bi wijdan ên li Stenbolê gelo heta ku Stenbolê nekin eniya Rojava wê çawa karibin bi rengekî bi rûmet li wê deverê bin? Bêdengiya li pêşberî êrîşa qirkirinê dûrî exlaq, wijdan û mirovahiyê ye.

Roj roja rûmetê ye, rawestandina bêrûmetî ye. Li dijî mirina ku li me tê ferzkirin em ji bo jiyanê li ber xwe bidin. Em gelekî welê ne ku bi serketinê bi ser mirinê ve diçin. Kî bi çi rengî dikare tevlî vê berxwedana mirovahiyê bibe divê wê yekê bike. Divê kes li benda talîmatê nemîne. Talîmat, berxwedana gelê me ye ku êrîşa qirkirinê lê tê kirin. Tevlîbûna li berxwedanê talîmata rûmetê ya gelê me ye."

Demîrtaş destnîşan kir ku roj roja yekîtiyê ye û got, "Divê aqûbeta Rojava nebe mîna ya Mahabadê. Ji bo vê divê gelê Kurd û hemû hêzên wê yên pêşeng bibin yek. Li dijî 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê çawa ku me bi rengekî mezin li ber xwe dan, îro jî em di wê demê de ne ku dawî li komploya navneteweyî bînin û êrîşkariya faşîst poşman bikin, têk bibin."

Demîrtaş li dijî faşîzmê banga avakirina eniya herî çalak a berxwedanê kir.