Demîr: Komploya navneteweyî divê bi xurtî bê şermezarkirin

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku divê Kurd û dostên wan di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de hîn bêhtir nerazîbûna xwe nîşan bidin û diyar kir, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi diyaloga bi Abdullah Ocalan re dibe.

Di ser komploya navneteweyî re 25 sal derbas bûn ku hêzên herêmî û navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku Kurd û dostên wan di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de divê bi çalakiyên hîn xurt ên şermezarkirinê nerazîbûna xwe nîşan bidin, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi diyalog û danûstandina bi Abdullah Ocalan re ye.

'9'Ê COTMEHÊ MÎLADA TIFAQA KOMPLOYA QIRÊJ A NAVNETEWEYÎ YE'

Demîr bi bîr xist ku 9'ê Cotmeha 1998'an mîlada tifaqa komploya qirêj a navneteweyî ya li dijî Kurdan e û ragihand ku ji vê demê û pê ve hêzên herêmî û navneteweyî hevkarî kirin, di şexsê Abdullah Ocalan de careke din xwestin ku Kurdan ji ser dika dîrokê bibin. Demîr anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê radestî dewleta Tirk hate kirin û got, "Armanca bingehîn a vê tifaqa ku ji NATO'yê piştgiriya leşkerî werdigirt, bêguman kûrkirina şer bû. Bi vî rengî bi komployê bersiv ji hewldanên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd re hate dayin."

'ABDULLAH OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR'

Demîr bi dewamî got, "Her çend bi perspektîfên cuda û analîzên dîrokî bersiv ji komploya navneteweyî re hate dayin û hate pûçkirin jî bi tecrîd û îzolasyonê bersiv ji lêgerînên çareseriya meseleya Kurd re hatiye dayin. Halbûkî pêşniyara destpêkê ya Abdullah Ocalan her tim aştî û diyalog bû. Destnîşan kir ku bi danûstandinên li ser vê zemînê çareserî dikare bê peydakirin. Tundî û siyaseta tengezariyê ti carî ji xwe re weke rêbazekê nedît. Berevajî ev yek her tim weke astengiyeke mezin li pêşiya diyalog û çareseriyê dît. Kurd û dostên wan di salvegera komployê de divê bi çalakiyên hîn xurt nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ji ber ku ji tecrûbeyên berê jî hatiye fêhmkirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi diyalog û danûstandinên bi Abdullah Ocalan dibe."