Dema qedexeyê jî Sûr hilweşandin

Dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya dîrokî ku ji 2015'an ve qedexe li ser heye hê jî taxeke hildiweşîne.

Bi qedexeya derketina derve  re, ya ku wê du roj dewam bike, kuçe û kolanên Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re berdan. Li navçeya Sûrê jî taxek ku ji 2015’an ve qedexekirî ye xebatên hilweşandinê lê didome.
 
Li ser giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk  îro û sibê wê li 24 bajaran qedexeya derketina derve hebe. Qedexeyê duh bi şev dest pê kir û roja yekşemê bi şev bi dawî bibe. Piştî qedexeyê kuçe û kolanên Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re hişt û her dever vala ma. Tê payîn îro li Amedê baran bibare û karkarên şaredarî, firin û kargoyê dixebitin.
 
Polîs bi maşîneyên zirxî û sivîl li nav bajêr digerin.
 
Li aliyê din jî taxa Cemal Yilmaz a Sûrê ku ji şerê  sala 2015’an ve qedexeya derketina derve li ser hatiye danîn karê hilweşandina li taxê dewam dike. Diyar bû ku hilweşandina li taxê li ser destûra Walîtiya Amedê tê kirin û kamyonên molozê dirijînin  ji pişt Otela Kervansaray a li Deriyê Mêrdînê ji taxê derdikevin.