Dema ku helîkoptêr hatî xistin Ciziriyan çi hîs kirin?

Î.S ya ku li Cizîrê nas û xizmên wê di şer de ji hêla dewleta Tirk ve hatin kuştin, got, dema ku helîkoptêra Tirk hate xistin rojên barbariyê bi bîra wê hatine.

Dayika ciwan Î.S ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de nas û xizmên wê hatin kuştin, piştî ku li Sêgirkê ya Qileban a Şirnexe helîkoptêra Fermandariya Giştî ya Sînor a Jandarma a 23. ji hêla gerîlayan ve hate xistin û 13 leşker hatin kuştin, hîsên xwe yên ji ber vê bûyerê ji ANF’ê re vegot.

Î.S hîsên xwe yên bi xistina helîkoptêrê re jiyayî da ber rewşeke ku li Cizîrê lê rast hatî û got:

"Dema ku di nûçeyan de min dît, min got, ‘’edaleta îlahî’’ û baweriya min a bi edelata Xwedê zêdetir bû. Beriya bi salekê 20 cesedên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn şewitandin ji bo testa DNA’yê anîbûn saziya Tiba Edlî ya Dîlokê, piştî encamên DNA’yê cesedên ku hejmara wan 20 bû, bûne 22. Piştî bi çend rojan malbatan ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin hatin ber saziya tiba edlî. Gotin wê li goristanê cenazeyan bidin malbatan û em jî çûne goristanê. Ji herêmê welatparêzên bihistyar jî malbat tenê nehiştibûn û hatibûn. Ez ne şaş bim 4 cesedên jinan bûn û yên din yên mêran bûn. Di nav girî, qerîn, nifir, lîlandinan de li quncikekê rûniştibûm û min dinerî. Lê di rewşeke wiha de mirov çi qasî dikare bi xwe bikaribe û negirî. Car caran min bi hêstirên xwe nikarîbû, lê hema di cih de min hêstirên xwe paqij dikirin û ji ber hurmeta min a li wan, min fedî dikir ku li pêş êşa wan a mezin bigirîm jî.

Cenazeyên mêran ji hêla mêran ve dihate standin, li gorî bajarên wan li ambûlsan datanîn. Her dema ku tabûdek ji wir derdiket her kes radibû û hurmeta xwe nîşan didan. Piştî ku cenazeyên mêran qediyan vê carê jî cenazeyên jinan kirin tabûtan û kirin ambûlansan. Dema ku ez û 3 hevalên jin bi dildarî ji bo ku em rahêjin cenazeyên jinan ji cihê xwe rabûn, destekî bi zendika min girt. Dema ku min pêça xwe dayê ji çarika û girêdana wê min fêhm kir ku ji koçerên Sêrtê ye.

Wê dayikê ez hembêz kirim û got, ‘’bilezîne, ev bi heftiyan e ku ji bo ku Sakîneya xwe bibînim li ser rêyan im. Sakîneya min li Zanîngeha Izmîrê hemşîretî dixwend. Min bi van destê xwe yê qelişî ew xwedî kir, wê bibûya doktor, hemşîre. Dema ku bihîstibû li Cizîrê birîndar hene, ji bo du heftiyan destûr xwestibûn û hatibû lê li wir hatibû kuştin. Wê dayikê, bi rengê ku tilikên xwe di çavê xwedê re bike destên ber bi ezmên ve rakirin û got, ‘’Ho Xwedê, ma ne ti tang û topên me çi nîn in. Em mezlûm in. Çi yê ku ev zilm bi serê me de anîn, tu jî eynî tiştî bi serê wan de bîne, bila xiramekê ji ya ne ne kêmtir û ne jî zêdetir be, tam bila bi qasî ya me be.’’ Dema ku destê xwe ji zenda xwe vekir û ji bo ku destê wê maçî bikim min xwe tewand destê xwe vekişand û rûyê min maçî kir.Cemedaneke bi rengê kesk, sor û zer da destê min û got, ‘’de biçe, biçe, êdî dema wê hat, ez ê Sakîneya xwe bibînim."

AXÎNA MEZLÛMAN LI ERDÊ NEMA

Destê min berda û ketim hundir. Tişta ku min dîtî heta ku ez sax bim ji bîr nakim û bi gotinê mirov nikare bibêje. Torbeyên cesedan li erdê hatibûn danîn û weke ku bi bêrê xwelî davêtin wan torbeyan, têkildarî cesedê ti tiştek nebû. Em her çar li hev zîvirin û me li hev nerî, tiştekî ku bihatana gotin nebû. Wê kêliyê çi tiştê têkildarî mirovahiyê bi min re hebûn mirin. Dema ku me xwe tewand da ku destê xwe bavêjin kîsan, em bi hovitiyeke dî re hevrû bûn.

Poşêtek ji wan qetiyabû û hin jê rijiya erdê. Dema ku min li parçeyên li erdê dinerî, ji bilî parçeyekî ku dişibiya parçeyê destekî ti parçeyên dî yên ku dişibiyan bedana însên nebûn. Peywirdarekî got, ‘li pişt tel epik hene, bixe destê xwe û piştre bide hev’’ lê min guh nedayê, min destê xwe avête wan parçeyên biêş û li nav parçeyên dî bi cih kir. Di her poşêtî de li ser kazexeke biçûk nav hatibûn nivîsîn. Dema ku me cesed yek bi yek xistin tabûtan, me ew cemedana ku dayikê dayî jî li ser darbestê danî û heta ber derî me danî ser milan.

Mirovên ku li derve bûn darbest ji dest min girtin. Ew destê ku   li ber derî li bendê bû dîsa bi zenda min girt û got, "Te dît? Te Sakîneya min dît? Ez ê jî bikaribim bibînim? Wê ji bo cara dawî şanî min bidin?’’, wiha bi bêdengî di ber xwe de axivî.

Min nikarîbû li rûyê wê dayikê binerim ku bi heftiyan li bendê bû ku cesedeê keça xwe bibîne û dil û kezeb lê perîtîbû û min serê xwe kire ber xwe de. Di dilê xwe de min got, ‘’Ho Xwedê, tu axîna van mirovan li erdê nehêle’’. Îro dema ku di nûçyan de min ev bûyer bihîstî û wêneyên wê bûyerê min dîtin ew roja biêş bi bîra min hat."