Dema destgîrkirina yên li Mêrdînê destgîr kirine 4 rojan dirêj kirin

Dema destgîrkirina Berdevka TJA Ayşe Gokkan û 13 kesên din ên di çarçoveya lêpirsîna Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, 4 rojan dirêj kirin.

Di avêtina ser malan a 30’ê Cotmehê ya li navçe û navenda Mêrdîn û Amedê de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, ji rêveberên MEYA-DER ên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, Ramazan Kalkan (76) Hatîce Kalkan, Fetah Tekîn, Mesût Çelîk (70) hevşaredarê berê yê Kilavûzê Ahmet Încî, hevşaredarê berê yê bajarokê Akarsû Lokman Findik û Sakîne Yilmaz, Hasîp Aktaş û Cîhan Guçluk jî di nav de 14 kes hatibûn destgîrkirin.

Ji bo dema destgîrkirinê 4 rojan bê dirêjkirin ji aliyê Dozgeriya Mêrdînê ve yên hatin destgîrkirin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulh a Mêrdînê kirin. Dadgeriyê jî ev daxwaz erê kir û 4 rojan dema destgîrkirina wan hate dirêjkirin.

Hate ragihandin ku sedemê destgîrkirinê tevlîbûna xebatên ‘Meclîsa bajar’ û ‘Meclîsa taxan’ û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ne.