Dema destgîrkirina yên li Kerboranê hatibûn destgîrkirin dirêj kirin

Dema destgîrkirina 5 kesên yek 72, yek 65 û jinek jî ducanî ku di operasyona leşkerên Tirk ên li ser navçeya Kerboran a Mêrdînê de destgîrkiribûn 4 rojan dirêj kir.

Li Taxa Xelîla ya dikeve bejahiya Kerboran a Mêrdînê 11’ê Çileyê di avêtin ser malan de, bi îdîaya ‘alîkarîkirina rêxistinê’ ji 22 kesan 17 kes piştî îfadeya wan a li navenda jendermeyan hate girtin û şûnde berdan.

Ferîha Ercan a 74 salî, Mûstefa Aslan (45), Mehmet Nezîr Dûman (59), Emîne Gevcan (67) û Rabîa Arjîn Gecan Yîgît (23) a 3 mehî ducanî ên destgîrkirîn ne, dozgeriyê daxwaz kir ku dema destgîrkirina wan 4 roj din bê dirêjkirin. Li ser daxwaza dozger Edliyeya Mêrdînê her 5 kesên hatin sewqkirin, derxistin pêşberî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar.

Fahriye Ercan a 74 salî anî ziman ku hevjînê wê bi temen û nexweş e, kes tine lê binêre. Emîne Gevcan a 67 salî jî diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê qedexeye derketina wan, piştî hatî destgîrkirin û vir ve xwîn ji pozê wê tê, diyar kir ku divê dema destgîrkirina wan neyê dirêjkirin û bên berdan.

Arjîn Gevcan a 3 mehî ducanî jî anî ziman ku dema destgîrkirî nekarîne xwe bigihîne amûrên paqijiyê û ava paqij, bi metirsiya zaroka wê ji ber çûnê re rû bi rû ye. Gevcan daxwaza berdana xwe kir.

Lê dadger li ser daxwaza dozger biryar da û dema destgîrkirina her 5 kesan ji bo 4 rojên din dirêj kir.