DEM Partiyê ji bo vemirandina şewatê bang kir

DEM Partiyê ragihand ku hewldanên ji bo vemirandina şewatê têrê nakin û got, "Em bang li hemû saziyên berpirsyar dikin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê."

ŞEWATA NAVBERA MÊRDÎN Û AMEDÊ

Têkildarî şewata li navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hewldanên ji bo vemirandina şewatê têrê nakin û hate gotin, "Rayedar bêyî ku dereng bimînin divê bi rengekî berfireh û ji hewayê dest li şewatê werdin. Em bang li hemû saziyên berpirsyar dikin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê."