DEM Partî: Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li gel kiriye

DEM Partî wiha got, "Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li îradeya gel kiriye. Divê bê zanîn ku kesên îxanet li gel dikin, wê tu carî neyên efûkirin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê de hat gotin, "Di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an, partiya me li Tirkiyeyê û li cîhanê bi awayekî ku mînakê wê nîne tevî gel li hemû herêman namzetên xwe diyar kiriye. Partiya me ku li zêdeyî 90 cihan hilbijartinên xwecihî pêk anî, pîvanên demokrasiyê bi cih anî û careke din bû mînak. Li herêmên ku şert û mercên hilbijartinên pêşî pêk nehatin jî, partiya me dîsa nêrîna gel esas girtiye û bi lêkolînkirina daxwazên wan namzetên xwe diyar kiriye. Li hemû herêmên ku me namzet nîşan dan, daxwazên gel esas hatine girtin."

‘EW Ê BI KESAYETA XWE YA LEWAZ BÊ BÎRANÎN’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Bajarokê Awiskê yê Êlihê jî bûye yek ji navçeyên ku namzetên me li ser van rêbazan hatine diyar kirin. Partiya me li ser esasê pergala hevserokatiyê, Celîle Yildiz û Halîl Îbrahîm Karabûlût li Awiskê namzet nîşan dan. Di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de li bajarokê Awiskê Partiya me DEM Partî ji sedî 58.98 deng bi dest xist û namzetên me bi ser ketin. Gelê Awiskê DEM Partiyê weke îradeya xwe nîşan da û careke din xwedî li partiya xwe derket.

Piştî desteserkirina Şaredariya me ya Colemêrgê, hin nêzîkatiyên ku bi taktîkên şerê taybet hevşaredarên me dikin hedef, mîna berê di vê pêvajoyê de jî derketin holê. Desthilatdariya ku bi binçavkirin, girtin û desteserkirinê gefê li hevşaredarên me dixwe, hewl dide bi van rêbazan encamê bi dest bixe. Konsepta êrîş û girtinê ya li dijî partiya me ne cara yekê ye ku îro tê kirin û berxwedana me ya li dijî vê rewşê bi dehan salan e dewam dike.

Cihê dawî yê ku desthilatdarî û hevkarên wê konsepta şerê taybet xistin dewrê û bi gefan hewl dan biçewsînin Hevşaredarê Bajarokê Awiskê yê Êlihê Halîl Îbrahîm Karabûlût bû. Halîl Îbrahîm Karabûlût hefteya bihurî îstifaya xwe eşkere kiribû. Li ser vê yekê hefteyekê hin hevdîtinên çêker ji bo qezenckirinê pêk hat, lê tu encam ji van hevdîtinan nehat girtin. Rêbaza gefê ya ku desthilatdarî serî lê daye, di kesayeta lewaz a Halîl Îbrahîm Karabûlût de encam girtiye. Ev kesê mijara gotinê di 31’ê Adarê de li ser navê partiya me li bajarokê Awiskê deng bi dest xist û ew deng ji bo şexsê wî nehate dayîn. Gelê Awiskê dengê xwe da partiya xwe, ne da şexsan û ji bo partiya wan rêveberî bi dest bixe îrada xwe nîşan dan.

Em ji vir bang li Halîl Îbrahîm Karabûlût dikin. Ji niha û pê ve ew ê nekaribe nûneriya îradeya gel bike. Ew ê di çavên gelê Awiskê de bi kesayetiya xwe ya lawaz were bîranîn."

‘GEL WÊ QET EFÛ NEKE’

DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de, ev peyam da: “Êrîş û polîtîkayên zextê yên li hemberî partiya me tên kirin, car din nîşan da ku di nava DEM Partiyê de hilberandina siyasetê îradeyeke xurt dixwaze. Em bi hêz û moralê ku ji gelê xwe werdigirin, wê li her derê feraseta xwe ya şaredartiya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê bidomînin. Xwedî derketin û parastina mîrateya ku Edîp Solmaz li Êlihê hiştî, deynê me ye. Her di çi şert û mercê de be, bila bibe em ê li dijî kesên ku xiyanet li îradeya gel kirine jî dest ji têkoşînê bernedin û em ê bi gelê re têkoşîna xwe bidomînin. Bila were zanîn ku gel wê xayînan qet efû neke.”